Parlamentera HDP'ê Semra Guzel: Em bang li her kesî dikin ku nanê xwe parve bikin 2020-04-09 13:32:59   AMED - Parlamentera HDP'ê ya  Amedê Semra Guzel, têkildarî kampanya “Malbatên Xwişk û Bira" ku li diji vîrûsa corona dane destpêkirin got: “Em ne mohtacê AKP'ê ne û ne jî mohtacê qeyûman ên prototipê AKP'ê ne. Em bang li gelê xwe dikin ku nanê xwe parve bikin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo alîkarî û piştevaniya malbatan, bi dirûşmeya "Bila destek nebîne destê din alîkariyê dike" kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" dan destpêkirin. Kampanya HDP'ê li gelek bajaran berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha got: “Malbatên Xwişk û Bira" ku li diji vîrûsa corona dane destpêkirin got: “Em ne mohtacê AKP'ê ne û ne jî mohtacê qeyûman ên prototipê AKP'ê ne. Em bang li gelê xwe dikin ku nanê xwe parve bikin. Em îro bi şewba ku hemû cîhan pêre şer dikin re têdikoşin. Ji destpêkê de em wekî HDP'ê alîgirên destûra bi heq in. Me xwest polîtîkaya destûra bi heq a karkeran têqin meriyetê. Me xwest fona betaliyê bişînin vir. Lê hikûmetê dixwaze di îzolasyona civakî de jî karker kar bikin û dernekevin destûrê. Li şûna alîkariyê bide hesabê ÎBAN'ê da û dewletê alîkarî ji welatiyan xwest."    'EM NE MOHTACÊ AKP'Ê NE'    Guzel, anî ziman ku AKP'ê ev kar li Kurdistanê bêtir qirêj kir û wiha got: "Navendên Alîkarî u Piştevaniya Civakî yên girêdayî Qeyûm, dema pereyên li welatiyan belav dike, wêneyê wan dikişîne û rû vekirî li ser medya civakî parve dike. Bi vê yekê reklama xwe dikin. Di vê pêvajoya ku mirov ketine heyra canê xwe, polîtîkayên li dervê ahlaq pêş dixin. Di hemû baweriyên piroz de dibêjin 'Bila destek nebîne destê din alîkariyê dide" Em jî bi vê hişyariyê tev digerin. Em ne mohtacên AKP'ê û qeyûmên AKP'ê ne. "    YA ME LI SER PIYAN DIHÊLE PIŞTEVANÎ YE'   Guzel, anî ziman ku AKP gel bêtir xizan dike û polîtîkaya xizaniyê li ser gel dimeşîne û wiha bi dawî kir: "Ger ku em îro tora piştevanî û piştgiriyê nehûnin, dê di demên pêş de kaosa civakî pêş bikeve. Divê em vê yekê bibînin û di nava xwe de tora piştevanî û piştgiriyê xurt bikin. Em bang li gelê me dikin ku piştgiriyê bidin vê kampanyayê."