FÎDH ji bo girtî bêne berdan dest bi kampanyayê kir 2020-04-09 14:48:01   AMED - Federasyona Mafên Mirovan, ji ber girtî di bin talûkeya vîrûsa corona de ne, ji bo parazvanên mafên mirovan û siyasetmedarên ku li girtîgehên Tirkiyeyê serbest bêne berdan dest bi kampanyayê kirin.    Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) ku di sala 1922’an de ji bo mafên mirovan biparêze hat avakirin, li 112 welatan 184 rêxistinên mafên mirovan endamên wê ne. FÎDH ku navenda wê li Parîsê ye, ji bo li Tirkiyeyê girtiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan serbest bêne berdan dest bi kampanyayê kirin. FIDH, diyar kir ku girtiyên li Tirkiyeyê di bin talûkeyek mezin a vîrûsê de dijîn û xwest hemû girtî serbest bêne berdan. FIDH'ê anî ziman ku vîrûsa corona li hemû cîhanê bi lez belav dibin û li ser girtiyan talûkeyek mezin ava dikin. FIDH'ê da zanîn ku sazî û rêxistinên mafên mirovan ji bo erk û berpirsiyariya hikûmetê ya li dijî girtiyan bibîr bixe û girtî serbest bêne berdan dest bi kampanya #JiBoAzadiyê (#ForFreedom) kirine.    FÎDH'ê di kampanyayê ji hikûmetê xwest ku hemû girtî serbest bêne berdan. Serokê FIDH'ê Alice Mogwe, got: "Li çar aliyên cîhanê ne ji ber ku mirovan sûc kirine, ji ber mafê mirovan parastine hatine girtin. Diviya bû aktorên mafên birovan bi tu awayî nehatibûna girtin. COVİD-19 li tevahiya cîhanê bi lez belav  dibe. Divê hikûmet bi lez dawî li vê bê edaletiyê bînin. Divê bi lez parazvanên mafên mirovan serbest berdin."    PARÊZER SEVDA ÇELÎK JÎ DI LÎSTEYÊ DE CIH GIRT   Di malpera web'ê ya kampanyayê de navê parazvanên mafên mirovan ên girtî cih gir. Di lîsteyêde navê parazvanên mafên mirovan Loujain Al-Hathloul (Suudi Arabistan), Azimjan Askarov (Kırgızistan), Sevda Çelîk Ozbingol, Hasan Ceylan (Turkiye), Yuri Dmitriev (Rusya), Leila de Lima (Filipinler), Pablo Lopez Alavez (Meksika), Khalil Maatouk (Suriye); Narges Mohammadi (Îran), Miyan Abdul Qayoom (Hindistan), Nabeel Rajab (Bahreyn), Germain Rukuki (Burundi), Patrick Zaki (Mısır) û gelek navên din cih girt.    Federasyonê bang li hikûmetan kir û xwest girtiyên siyasî û parazvanên mafên mirovan serbest berdin.    Cîgira Serokên Giştî ya FIDH'ê Reyhan Yalçindag jî diyar kir ku ji ber şewba pandemî divê herî zêde li ser girtîgehan rawestin û wiha got: "Piştî şewba vîrûsa corona wekî şewba pandemî hat îlankirin, me herî zêde bal kişand ser rewşa girtîgehan. Ji ber ku girtî di nava şert û mercên asayî de najîn. Paqijî û parastina wan a tendurtiye baş nayê kirin. Nikarin sûdê ji tîrêjê rojê bistînin. Ji alav û amûrê paqijiyê mahrûm in. Li welatê wekî Tirkiye ku li dijî demokrasiyê ne, li girtîgehan rêjeya girtiyan pir zêde ye. Ji ber vê yekê girtî di nava şertên pir xerab de dijîn û ji mafê tenduristiyê nikarin sudê bigirin. Girtî ji ber talûkeya şewba COVİD -19 di bin talûkeyek pir mezin de dijîn. Em hem ji bo hemû girtî bêne berhdan û hem jî di şexsê hempîxeya me û Endama Baroya  Rihayê Sevda Ozbingol Çelîk û Nûnerê ÎHD'ê Hasan Ceylan de vê kampanyayê dimeşînin. Em hevî û daxwaz dikin ku bêyî maf bêne binpêkirin, hemû girtiyên li girtîgehan serbest bêne berdan û girtî li cem malbatên xwe bin."