Baroya Êlihê: Li girtiyan xistin 2020-04-09 15:49:11   ÊLIH - Ji Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê Parêzer Sedat Ozevin, diyar kir ku piştî îsyana li Girtîgeha tîpa M a Êlihê pêş ket, wan çû li girtîgehê girtî ziyaret kirin. Ozevîn, anî ziman ku gardiyanan li girtîyan xistine û dê têkildarî mijarê raporê amade bikin.    Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê girtiyan îsyan derxist. Piştî îsyan derset, girtî sewqî Girtîgehea Tîpa T a Amedê kirin. Piştî bûyerê Baroya Êlihê çû li girtîgehê lêkolîn kirin û girtek girtin. Ji Navenda Mafên Mirovan a Baroya Êlihê Parêzer Sedat Ozevin, têkildarî ziyaretê daxuyaniyek nivîskî weşand. Prz. Ozevîn, anî ziman ku piştî bûyerê girtî rastî lêdanê hatine û wiha got: “Niha  pêwistiya lezgîn, divê cilên wan ji wan re bêne şandin. Divê girtîgeha Êlihê bi lez cilên girtiyan û amûrên wan ên şexsî ji wan re bişîne. Baroya Êlihê ji bo van daxwazan dê dîsa bi taybet bi Rêveberiya Girtîgehê re hevdîtin bikin. Dîsa dema girtî sewq kirine girtî rastî lêdanê hatine. Rapor piştî bê amadekirin dê bi raya giştî re bê parvekirin.    Dozgerê Komarê yê Êlihê jî daxuyanî dabûn û diyar kiribû ku bi kuştî û birîndar tune û her tişt di kontrolê de ye. MED TUHAD-FED û OHD'ê jî daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku girtî rastî lêdanê hatine.