Girtiyên nîşaneyên vîrûsa coronayê bi wan re hene nebirine nexweşxaneyê! 2020-04-10 09:01:09 EDENE - Merve Aydogan ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye û niha di Girtîgeha Bunyanê de ye, diyar kir ku ew jî di nav de di 4 girtiyan de nîşaneyên vîrûsê hatine tespîtkirin, lê belê dîsa jî wan nabin nexweşxaneyê.  Merve Aydogan ku nexweşîna çolyakê lê peyda bûye, ji Girtîgeha Jina ya Bunyan a Kayseriyê ragihand ku ew jî di nav de ji 3'yê Nîsanê de di 4 girtiyan de nîşaneyên vîrûsa coronayê xwe didin der. Aydogan, telefonî xwişka wê Şukran Aydogan kiriye û jê re gotiye, wan nabin nexweşxaneyê.    DI 4 GIRTIYAN DE HEMAN NÎŞANE   Aydogan, anî ziman ku xwişka wê jê re gotiye: "Roja înê (3'yê Nîsanê) gêja min çû, dilê min xeliya. Ber çavê min tarî bû. Ji wê rojê ve car carina çavên min nabînin. Qirika min dişewite, dilê min dixele, kuxika min ziwa ye û nikarim bêhnê bistînim. Gotin, 'bijîşkê revîrê tuneye' û 4 rojan ez nebirim cem bijîşk. Îdareya girtîgehê tiştekî jî nake. Piştî 4 rojan ez birim. Min nerihetiyên xwe ji bijîşkê revîrê re gotin. Ji min re got, 'Çawa çê dibe ku di du rojan de wiha bûyî. Tu kor bûyî. Ez tiştekî jê fêm nakim.' Derman da min û ez şandim. Hevala min Rojda Tokçû, 4 roj berê hat cem min û xwe li kêleka min dirêj kir. Roja sêşemê heman tişt hat serê wê jî. Nikare nivîsê bixwîne, gêja wê dere û dilê wê dixele. Pinar Demîr û Nazli Soglîn jî qirika wan dişewite û kuxika wan ziwa ye. Em neşandin nexweşxaneyê. Ev tişt di hevalên qawîşê yên din de jî heye."    Xwişk Aydogan, anî ziman ku di 8'ê Nîsanê de piştî bi xwişka xwe re axiviye telefonî girtîgehê kiriye, lê belê îdareya girtîgehê gotiye: "Ne hewceyî hûn mezin bikin."    Aydogan, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Nexweşîna çolyakê bi xwişka min re heye û binyeya wê pir zihîf e. Di rewşeke wiha de neberdana wê, ne mirin be îjar çi ye? Em malbat em ê çi bikin. Li girtîgeheke qerase gotine 'li revîrê bijîşk tuneye' û wê nebirine revîrê jî. Dibêje çavê min nabîne, ma ji vê rewşê lezgîntir rewş heye. Di wê û 3 hevalên wê de heman nîşane hene. Lê hê jî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Ma qey li benda mirina wan in?"    'BILA GIRTÎ HEMÛ BÊN BERDAN'    Her wiha Aydogan bertek nîşanî pêşnûmaya qanûna înfazê jî da û got: "Halê şewbê li holê ye. Bi rastî jî neberdana wan tê wateya mirinê. Ev yek li dijî mafê mirovan e. Mafê mirovan ê jiyanê heye. Ez dixwazim mafê jiyanê yê xwişka min bê parastin. Loma demildest divê bê berdan. Em naxwazin mafê jiyanê yê tu kesî bê binpêkirin. Xwişka min jî di nav de bira girtiyên siyasî hemû bên berdan."    MA / Hamdûllah Kesen