Bûldan: Divê gavên şênber bên avêtin 2020-04-10 11:25:12 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku desthilatdarî bi pêşnûmeya înfazê dubendiyê ava dike û got: “Divê girtîgeh bên vale kirin û wan bixin navendên karantînayê. Rojek berî rojekê divê gavên şênber bên avêtin.” Şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19) bi lez belav dibe û bertekên li dijî desthilatderiyê ku bergiriyan nagirê zêdetir dibin. Pêşnûmeya Înfazê ya ku ji ber şewbê hat amadekirin, li bendêye di Meclîsê bê qebûl kirin. Li dijî vê pêşnûmeyê bertek zêde û ev pêşnûme weke “cudakiriyê” tê rexnekirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di vê pêşvajiya şewbê de “Kampanyaya Malbatî ya Xwişk û Biratiyê” dest pê kir û armanc dike ku di vê pêvajoyê de piştevaniyê zede bike.   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, derbarê pêşketinên heyî, pêşniyarên partiyê, pêşnûmeya înfazê û kampanyaya malbatî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.   Bûldan, dest pê kê rojên bi tendurist ji bo her kesî xwest û wiha axivî: “Ev demek dirêje em ji malên xwe dernakevin û qadên me yên jiyanê teng bûne. Em civîn û roportajên xwe herî zêde li ser medya civakî pêk tînin. Qanûna înfazê demek dirêje di rojeva Tirkiyê û partiya me deye. Ev pêşnûme ji berê de hatiye amedekirin. AKP û MHP’ê ev pêşnûme amadekiribû û bi hinceta şewbê hewl didin di Meclîsê re derbas bikin. Ev qanûn wê girtîgehan rehet neke. AKP’ê ji bo alîgirên xwe ev pêşnûme amade kiriye. Dîsa hemû pêşniyarên me û partiyên din qebûl nekirin. Ji xala vê pêşnûmeyê bigirin heya bêhnokê çawan hatiye amadekirin, wisan hatiye derxistin. Qadên herî bêparastin girtîgehin. Çawan ku şewb bikeve girtîgehan wê encamên pir giran bi xwe re bîne. Ligel vê rastiyê dizanîn jî, dîsanê cudakariyê dikin. Kesên ne weke wan bin, bi mirinê re rû bi rû dihêlin.”   ‘DIVÊ GIRTÎGEH BIBIN NAVENDÊN KARANTÎNAYÊ’   Bûldan, bal kişand ser tijebûna girtîgehan û wiha got: “Di girtîgehan de nêzî 300 hezar girtî û hikûmxar hene. Ev hejmarek pir zêdeye. Di qawîşên 10-15 kesan de 60 kes dimînin. Lê desthilatdarî dixwaze tenê ji bo 80-90 hezar kesî qanûna înfazê derbixe. Dîsa di girtîgehan de bi sedan girtiyên temenê wan 60 salî û nexweşên giran hene. Kesên ku qet sûc nekirin hene. Ev kes tenê ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin. Divê ev qanûn, qanûnek wekhev be. Lazime ku girtîgeh bên vale kirin û bibin cihên karantînayê. Wisan xuya dike ku di rojên pêş me de wê ev vîrûs zêdetir belav bibe. Ji ber vê pêdivî bi navendên karantînayê hene.”   ‘DAXWAZA QANÛNA WEKHEV   Bûldan, diyar kir ku wijdana civakê ji ber pêşnûme qet ne rehet û wiha bilêv kir: “Ji bo ku ev qanûn derbikeve AKP zextê li alîgirên xwe dike. Wijdana mirovan li dijî vê yeke. Ger di girtîgehan de rewşek neyînî rû bide, dê di civakê de şikestinek mezin pêk were. Sedema vê jî, wê hikumet û kesên ji vê qanûnê re bejin ‘erê’ bin. Rojek berî rojekê divê gavên şênber bên avêtin. Di vê pêvajoyê de bêdengmaniya me, wê bê wateya ku ‘em vê qanûnê qebûl dikin.’ Ji ber vê emê bêdeng neminin. Em ê li her derê û bi navbeynkariya medya civakî îtîrazên xwe bînin ziman. Lê ev ne tene pirsgirêka HDP’ê ye. Ev pirsgirêka hemû Tirkiyeyê. Divê gelên Tirkiyeyê daxwaza qanûnek wekhev bikin.”   OCALAN DIBIN RÎSKÊ DEYE   Bûldan, derbarê tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de jî, ev nirxandin kirin: “Her çiqasî malbat û parêzer neyin û neçin jî, Girtîgeha Îmraliyê girtîgehek bi riske. Ji ber ku li wê dere hatin û çûyînek heye. Li wê derê rêveberiya girtîgehê û rayedarên leşkerî bi durveger dimînin. Di dema pêvajoyê aştiyê de me ev dît. Heftiyê carekê guhertin tê kirin. Birêz Ocalan 72 saliye û di heman deme de nexweşiyên wî yên kronîk hene. Ji ber vê ew jî dikeve koma bi rîsk. Teqez divê bi malbatê re hevdîtina bi dîmen an jî bi telefonê pêk were. Divê şandeyek tenduristiyê ya serbixwe biçe Greva Îmraliyê, li wê derê test bike û encamên vê jî, bi raya giştî re par ve bike. Ev mijarek girîng û lezgîne.”   ‘AKP NIKARE VÊ PÊVAJOYÊ BI RÊVE BIBE’   Bûldan, şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) a her roja diçe belavtir dibe jî nirxand û wiha got: “Hikumetê di serî de bergirî negirtin. Tenê bang ‘di malê de biminin’ dike. Bi milyonan mirovên ku neçarin bixebitin hene. Hîna jî diçin kar dikin. Hewl didin pereye nanê xwe qezenc bikin. Sermayedar hîna jî mirovan didin xebitandin. Weke HDP’ê me her tim ev yek parast; Divê karker û kedkar teqez di malên xwe de bimînin. Lazime ku daxwaza wan destûra bi mûçe bê qebûlkirin û mirov bikevin karantînayê. Em bangên hikumetên welatên din dibihîsin û dibînin. Lê mixabin li Tirkiyeyê tiştek wiha tuneye. Di vê pêvajoyê de derket holê ku AKP nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Ev jî şewbê belavtir dike û mirinan zêdetir dike.”   ‘PÊŞEROJA GEL QET NEFIKIRÎNE, PERE JI BO XWE XERÇ KIRIN E’   Bûldan, dest nîşan kir ku Serokkomarê tu welatan dernakeve televîzyonan, alîkariyê ji gel naxwaze û wiha domand: “Hemû welat pereyan li welatiyên xwe belav dikin. Lê Serokkomarê welatê me, ji welatiyan pere daxwaz dike. Îro em di rewşek wiha dene. Ev jî vê nîşan dide; Di kaseya Tirkiyeyê de pere nemaye. Hemû pere ji bo xwe xerç kirine. Pêşeroja gel qet nefikirîne. Ji ber vê gelê me neçare ku di van rojên zor û zehmet bixebite. Guhenê vê jî di stûyê hikumetê deye. Hikumet sedema vê yekê. Ev hikumet teqez dê hesabê vê bide.”   ‘EM WAN AGAHDAR DIKIN LÊ GUH NADIN ME’    Buldan diyar kir ku wan ji hikumetê re gotiye ku ku divê vê pêvajoyê bi rêxistinên teduristiyê û muxalefetê re birêve bibin û got: “Xelke banga me dibihîze. Lê hikumet naxwaze bibîhîze. Hindik be jî bi Wezareta Tenduristiyê re peywendiya me heye. Em ê bangên xwe bidomînin. Agahiyên tên ber destên me em bi wan re parve dikin û rîsk û talûkeyan ji wan re dibêjin. Em ji bo tevdîr girtinan jî nêrînên xwe dibêjin.”   ‘AKP PÊVAJOYÊ VEGUHERANDIYE FERSENDÊ’    Buldan bal kişand ser di pêvajoya koronayê de desteserkirina 8 şaredariyên partiya wan û got: “8 şaredariyên me hatin dizîn. AKP di vê pêvajoyê de fersendê xistiye dewrê û wisa rola xwe dileyîze. Dixwazin bi her awayî pêşiya HDP’ê û xizmeta wê û şaredariyên wê asteng bikin. Lê wê bi ser nekevin.”    ‘JI SILAMETIYA GELÊ XWE EM HER TIŞTÎ DIKIN’    Buldan bal kişand ser kampanya partiya xwe ya “Malbata Xwişk û Bira” û got: “Her kesê rewşa wan baş e û dikarin piştevaniya xwe diyar bikin pêwîste beşdarî Kampanya Malbata Xwişk û Bira bibin. Piştevanî wê me di vê demê de bi moral û kêfxweş bike. Helbet wê di rojên pêş de bername û plansaziyên me cuda jî hebin. Lê ji bo başî û silametiya gelê xwe em ê her alternatîf û xizmetê bixin dewrê. Em wek partî û rêveberiya me birêkûpêk derbarê vê pêvajoya şewbê de civînan li dar dixin û em jî derheqê şewbê û tevdîrên gelê xwe agahdar dikin.”    ‘DIVÊ JIN HIN BI RÊXISTIN TEVGER BIKIN’    Buldan bal kişand tundiya ser jinan a di van rojên di malê mayîn de û got: “Em li ser medya civakî gelek xebatên derbarê jinan de birêve dibin. Jin di vê dema di malê de bêtir mexdûr dibin. Em dibînin di hundirê malê de tundiya li ser jinan jî zêde bûye. Qetilkirina jinan jî didome. Lê girînge ku hemû rêxistin û saziyên jinan li dijî qetilkirinê û tundiya li dijî jinan li ser medya civakî bi hev re tevger bikin. Torên piştevaniya jinan gelek girîng in. Divê em van rojên dijwar bi piştevaniyê derbas bikin. Ji bo pêşxistina polîtîkayên jinan rêxistinbûyîn lazim e. Divê hemû sazî û tevgerên jinan bi rêxistinbûyî bi hev re tevger bikin.”    ‘DIVÊ EM VÊ RÊVEBERIYÊ JI XELKÊ RE BÊJIN’    Buldan bal kişand ser pergalek dinyayê ya piştî şewbê ku nîqaş li serê tê birêvebirin û got: “Di vê pêvajoyê de û piştî vê pêvajoyê, pêwîste hin bêtir muxalîf û hêzên demokrasiye li cem hev bin û pêwîste hin bêtir qala rêveberiya welat ji xelkê re bikin.”    MA / Bêrîvan Altan