Li Amedê li şûna nexweşxanê, li malan mirovan derman dikin 2020-04-10 15:50:18 AMED - Li Amedê, dermankirina 155 kesên bi şewba Kovîd-19’an kestin dewam dikin. Hat diyar kirin ku li şûna nexweş li nexweşxanê bên dermankirin, li malên xwe tên dermankirin.   Li Amedê, dermankirina 155 kesên bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketine li nexweşxaneyên cuda dewam dike. Hat diyar kirin ku li Nexweşxaneya Nexweşên Zarokan a Amedê, 4 zarokên di nava wan de pitikek 9 mehî jî heyî ji ber testa wan pozîtîf derketiye tên dermankirin. Hat dest nîşan kirin ku li FAkulteya Tîp a Zanîngeha Dîcleyê jî, hemşîreyek û karmendekê alîkariyê dide nexweşan bi vîrûsê ketine. Hat zanîn ku li ser farmana Wezareta Tenduristiyê, nexweşên Kovîd-19 li şûna li nexweşxanê bên dermankirin, li malên xwe tên dermankirin. Ji ber vê yeke bi dehan nexweş ji nexweşxaneyan hatine derxistin û li malên xwe dibin karantînayê de tedawî dibîn in.   2 HEZAR Û 700 TEST HATIN KIRIN   Hat ragihandin ku li Erxaniyê jî, ji ber şewba Kovîd-19 heya niha 3 avahî xistine karantînayê û testên nexweşên li bajarên Şirnex, Sêrt, Êlih û Mêrdînê li Amedê tên kirin. Hat diyar kirin ku li Amed û 4 bajarên din, di nava 2 heftiyan de bi giştî 2 hezar û 700 test hatine kirin.   Hat dest nîşan kirin ku ji ber gumana Kovîd-19 heya niha li bajêr 12 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.