Li Tirkiyeyê 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin 2020-04-10 19:57:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daxuyand ku li Tirkiyeyê hejmara kesên Covîd-19 di wan de hatiey tespîtkirin bûye 47 hezar û 29 û hejmara kesên ji ber vîrûsê mirine jî bûye hezar û 6.    Wezîrê Tenuristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daxuyanî da û daneyên dawî yên der barê Covîd-19'yê de parve kirin.    Koca, daxuyand ku hejmara testên hatine kirin bûye 47 hezar û 29 û got, di 24 saaetên dawî de 98 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ji ber covîdê mirine heya niha bûye hezar û 6.