Qedexeya hevdîtinên li girtîgehan heya 30'yê Nîsanê hatin taloqkirin 2020-04-10 22:34:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de hevdîtinên li girtîgehan hemû heya 30'yê Nîsanê hatine taloqkirin.    Wezareta Dadê daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên vîrûsa coronayê de hevdîtinên li girtîgehan hemû heya 30'yê Nîsanê hatine taloqkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ku li ser hesabê wê yê twîtterê hat parvekirin, li girtîgehên vekirî û girtî hemûyan hevdîtinên parêzeran jî di nav de hemû hevdîtin û fealiyet heya 30'yê Nîsanê hatine taloqkirin.    Cara ewil hevdîtinên li girtîgehan ji 13'ê Adarê heya 28'ê Adarê hatibûn qedexekirin.