Dayika Egît Îpek: Em ne li benda vê hovîtiyê bûn 2020-04-11 09:31:51 AMED - Dayika Egît Îpek a ku cenazeyê lawê wê bi pakêtek kargo ya bi rêya PTT'ê jê re hat şandin, Halîse Aksoy diyar kir ku kesên mirov bi riya PTT’ê cenazeyî naşînin û got: “Min hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine. Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Ez nizanim li dijî vê yekê bêjim çi. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn.” Cenazeyê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 23’yê gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê piştî encama testa DNA'yê li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar bû, bi kargoyê hestiyan xistin pakêtekê û bi rêya PTT'ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Egît Îpek ê ku di 2’yê Adarê da ji Dersimê şandin Amedê, duh radestî malbata Îpek a li taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê rûdinê kirin. Dayika Egît Îpek, Halîse Aksoy a ku cenazeyê lawê wê bi pakêtek kargoya PTT'ê jê re hat şandin derbarê şandina cenazeyê lawê xwe de axivî û diyar kir ku ne li benda wehşeteke wisa bûn û wiha got: “Dîn, îman nayê bîra wan. Me zarokê xwe bi belengazî xwedî kir dawiyê hestiyên me birin û anîn bi kargoyê şandin.”   Aksoy da zanîn ku ji televîzyonê bihistiye ku lawê wê jiyana xwe ji dest daye û got: “Piştî ku em pê hesiyan em rabûn çûn Dêrsîmê me serî li rayedarên eskerî da gotin ‘çu cenaze neketine destê me, hebe li ba rêxistinê ye’ û xwe jê şuştin. Em gelek caran çûn û hatin. Me xwest testa DNA’yê bidin ji me re dîsa gotin ‘cenaze ne ketiye destê me.’ Ji me re gotin daxwaznameyê bidin me daxwazname da. Daxwaznameya me ji me zivirî gotin ‘me lêkolîn kiriye cenaze nekitine destê me herin ji rêxistinê bipirsin ew dê ji we re tiştekê bêjin. Piştî ku me çu agahî jê negirtin em hatin mal.”    ‘CENAZE LI ÇOLÊ DI NAVA KEVIRAN DE HATIYE DITÎN’   Aksoy diyar kir ku rayedarên eskerî di havîna 2019’an de li gundê wan geriyaye û gotine cenazeyê Agît li çolê di nava keviran de ditîne û wiha axivî: “Di meha Remezanê geriya bûn gotibûn bila werin cenazeyê xwe wergirin. Em jî piştî eydê çûn. Gotin cenazeyê we li Meletiyê ye herin wê derê. Em çûn Meletiyê gotin cenaze ne li vir e. Herin cihê bûyerê bipirsin. Em dîsa vegeriyan çûn Dersimê. Li Dersîmê me serî li Serdozgeriyê da. Rayedar hatin em çûn nexweşxaneyê ji bo testa DNA’yê me xwîn da. Gotin cenaze ne li ba me ye me şandiye Stenbolê. Gotin em ê xwîna we jî bişînin Stenbolê. Piştî ku mehek derbas bû bersiv hat gotin cenaze ne yê we ye. Nimra wî ya TC’yê, kodê wî, navê wî, navê diya wî, temenê wî hemû ji hev digirin lê digotin ne yê we ye. Em rabûn careke din çûn Dersîmê dîsa gotin ne yê we ye.”   ‘BI RÊYA PTT ANÎNE Û BIRINE’   Aksoy destnîşan kir ku beriya mehekê ji Edliyeya Amedê lê geriyane gotine ‘dosyayeke te heye were rahêje dosyayê’ û wiha berdewam kir: “Piştî telefon kirin min pirsî ku ji bo kurê min e an ne.  Gotin dosyayeke veşartiye tu dê werî teslîm bigirî. Min ji wan re got ‘heke ya kurê min be ez dikarim bi teyarê werim.’ Dûre dîsa geriyan gotin ‘navnîşana xwe bide em bişînin wê derê.’ Zavayê min navnîşana xwe da. Deh roj wisa derbasbûn vê carê ji dozgeriya Dersîmê geriyan gotin ‘me dosyaya te şandi bû Amedê dîsa li me vegeriyaye. Wan jî gotin dosya veşartiye em nikarin ji te re bêjin. Dosya dîsa şandin Amedê. Beriya 12 rojan dîsa li min geriyan gotin were Qereqola Polîsan a Rêzanê. Ez çûm wir gotin ‘em ê kaxizekê bidin te tu dê biçî edliyê dosya xwe bigirî. Kaxizek dan min tê de ‘emanet’ dinivîsand. Ez tenê çûm. Lê ez negirtim hundir got here 30’ê mehê were. Ez dîsa hatim zivirîm malê. Heta îro cardin çûm. Em ketin hundir çûn cihê ku tiştên emanet lê tên wergirtin. Min pirsî ku çiye emanet? Ji min re gotin ‘hestiyên te hatine. Min lê nêrî ku di pakêtê de ne, PTT li ser nivîsandî ye. Bi riya PTT anîne û birine. Min rahişt pakêta xwe û hatim malê.”   ‘NIRXÊN MIROVAN LI BA WAN NEMAYE’   Aksoy da zanîn ku çi dibe bila bibe cenazeyên însanan bi rêya PTT’ê divê neyê şandin û got: “Min hîs kir ku ev ji mirovahiyê derketine. Nirxê mirovan û wijdan li ba wan nemaye. Tê wateya ku em dibin zilm û zorê da ne. Dîn, îman nayê bîra wan. Me zarokê xwe bi belengazî xwedî kir dawiyê hestiyên me birin û anîn bi kargoyê şandin. Ez nizanim li dijî vê yekê bêjim çi. Em ne li benda vê hovîtiyê bûn. Min got rojekê cenazeyî bidin jî wisa nadin. Me nizanî ku dê wek paketê bi PTT’ê bişînin.”   ‘ME BI ÇAR KESAN CENAZE VEŞART’   Aksoy anî ziman ku ji bo veşartina cenaze destûr xwestine û wiha domand: “Me got em ê cenazeyê xwe bibin Mêrdîn lê destûr lazim bû. Birayê min destûr girt ji wî re gotibûn yek kes tenê dê pê re biçe. Birayê min pê re çû. Em sê heb din jî bi erebeyeke din çûn. Polîsan xwest me asteng bike. Min got cenazeyê min heye em ji bo wê diçin. Got hûn ji hestiyan re dibêjin min got erê. Pişt re em derbas bûn çûn gund. Gund dorpêç kiribûn. Nehiştin ku kes were ser goristanê, kesên dihatin jî vedigerandin. Nehiştin ez jî biçim ser mezelê kurê xwe. Min xwe li wan aciz kir çiqas xwestin asteng bikin jî ez çûm ser mezel. Nehiştin ku em bipeyivin, an dîmenekê bikişînin. Nehiştin mele jî were ser mezel û bixwîne. Me bi 4 kesan cenaze veşart.”    ‘EM NE TERORÎST IN MAFÊ XWE DIPIRSIN’   Aksoy diyar kir bi nedayîna cenazeyan dixwazin malbatan bi tirsînin û got: “Em ji zarokên xwe neçêtirin. Îro min digot bila min jî bikujin tirba min li ba lawê min vekin. Ew malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernegirtine, hestên hemûyan wek hestên min e. Çi heqê wan heye ku ewqas zilmê dikin. Di ser malên me de digirin, zarokên me dikujin, gundên me xerab dikin, bajarên me dişewitînin dibên hûn terorîst in. Heta kengî dê wisa be. Dinya me nas kiriye lê lê hêj dewleta tirk me nas nekiriye. Em ne terorîst in, em li mafê xwe dipirsin û em bindestiyê qebûl nakin. Em qebûl bikin jî zarokên me qebûl nakin. Niha bi hezaran şûna zarokên min de hene.”     ‘LAWÊ MIN JI BER ZILMÊ TEVLÎ PKK’Ê BÛ’   Aksoy anî ziman ku gelek biranînên xweş bi lawê wê re hene û got: “Hevalên wî, mirovên me gişt ji lawê min hez dikirin. Peyvên wî nerm bûn, henekçî bû. Di nav zarokên min de jî cihê wî cuda bû. Ji hevalên xwe û derdora xwe hez dikir.” Aksoy bibîrxist ku lawê wê ji ber zilma lê hatiye kirin beşdarî PKK’ê bû û wiha domand: “Dema zarok bû polîsan lê dixist di erdê re dikişand. Îşkence lê dikirin. Nîşanî me jî nedida. 15 salî bû ew bi çiyan xistin. Dewleta romê ew bi çola xist. Carekê kete binçavan 15 salî bû 12 sal ceza jê re dixwastin. Wan kurê min bi çolê xist. Ser malên me de digirtin digotin here kurê xwe bîne. Min jî digot we wî şandiye, we ne şandibûya kurê min nediçû. Ji ber vê zilma dibînin berê xwe didin çolê. Zarokê dergûşê yê ku van hestiyan bibîne nema bisekine û wê li dijî dewletê be.”    ‘NAVÊ MIN EGÎD BE EZ Ê RABIM’   Aksoy anî ziman ku piştî 14 salan li ber zilm û zordariya li wan dihat kirin ji Stenbolê bar kirin hatin Amedê û got: “Li dibistanê jî ji ber navê lawê min jê hez nedikirin. Min jê re digot Egîd rûnê li mala xwe. Digot ‘dayê navê mirov Egîd be û mirov rûne ne şerm e. Navê min Egîd e wê demê ez ê rabim.”   MA / Fahrettîn Kiliç – Ayşe Surme