‘Name nîn im, Stranek im…’ 2020-04-11 10:56:47 AMED – Wêneyê Xalîse Aksoy ê ku pakêta hestiyên kurê wê Egît Îpek li ser çongê wê ye bû helbest, hêrs, bertek, hevgirtin, xemgînî û bû êşa dîroka sedên salan. Ev babeta xemgîn bû mijara helbestê. Helbesta “Name nîn im, Stranek im…” ji bo dayik û lawê Egît hat nivîsandin.   Cenazeyê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 23’yê gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersîmê piştî encama testa DNA'yê li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê diyar bû, bi kargoyê hestiyan xistin pakêtekê û bi rêya PTT'ê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re şand. Cenazeyê Egît Îpek ê ku di 2’yê Adarê da ji Dersimê şandin Amedê, duh radestî dayika Îpek, Halîse Aksoy hatibû kirin.    Wêneyên dayikê ku pakêta hestiyên kurê wê li ser çongê wê ne û bi xemgîniyek mezin li ser pakêtê ponijiye dilê mirovahiyê êşand. Piştî wêne wek nûçeyan hat serwîskirin, bi sed hezaran kes wêne li ser platformên medya civakî parve kir û hêrs, xemgînî, êş û hestên xwe anîn ziman û ev wêne bû rojeva sereke ya kurd û dostên kurdan.    Ev wêneyê bi êş û kul bû babeta helbestê jî. Welatiyek helbesteka bi navê “Name nîn im, Stranek im…” li ser Xalîse Aksoy û lawê wê Egît Îpek nivîsand.   Helbesta ku ji aliyê welatî ve hatiye nivîsandin wiha ye:   Nameyeke ji êgir im îro di himbêza diya xwe de li berrîya Mêrdînê, Wekî dergûşekê, Ne dikarim bigirîm, ne jî dikarim bikenim.. Bêdengîya diya min qêrîna Kurdîstanê ye, Ma ji ku dizanî Ma ji ku dizanî ew ê lawê wê bikin nameyek û jê re bişînin!!! Naa! Naaa! Wê bi çavên xwe dîtîbû dayika ku termê zaroka xwe di sarincê de hilanîbû? Wê bi bi çavên xwe dîtibû jêrzemînên cizîra botan û meytên keç û xortên welêt ên ji xwelîyê.. Wê bi çavê xwe, hema bêje li ber derîyê malê, Oxirê 12 salî jî dîtibû.. Ma diya min çi dîbû û çi nedîbû.. 40 sal in.. Çî dîîn û çi nedîtin dayikên min, Dayikên kurdîstana min, Lê  Ne di hedîsên pêxemberan de Ne jî di çîrokên heft roj û heft şevan de Tune bû ev hovîtî Tune bû ev dijmintî Tune bû ev jahrtêketî Kê dîtîye mirîyek bibe name di nav lepên diya xwe de Kê dîtîye nameyek bibe dergûş himbêza diya xwe de, Kê dîtîye ha!!! Ez encax dikarim bibim lorîk ji diya xwe re Ez encax dikarim bibim çîrok ji pîra xwe re,  Ez encax dikarim bibim stran ji zarokên welatê xwe re Ez encax dikarim bibim şehîd ji Kurdîstana xwe re Ey cîhana kerr û lal Bibihîze... Ev ne dijmin e Ji dijmin wêdetir, tiştekî din e..."