Bertekên li dijî cenazeyê bi PTT’ê hat şandin: Kiryarek wiha li ser rûyê erdê nehatiye dîtin 2020-04-11 12:14:21 AMED – Li ser medya civakî cenazeyê Agît Îpek ê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû di pakêtek kargo ya PTT'ê de ji malbatê re şandin rastî bertekên mezin hat. Siyasetmedarên kurd, di bertekên nîşan dan de wiha gotin: “Li tu devereke cîhanê û li ser rûyê erdê kiryarek wiha nehatiye dîtin.”   Cenazeyê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’î ku di operasyona leşkerî ya 23’yê gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûnde ji mallbatê re di paketeke kargo ya PTT’ê de ji malbatê re hatibû şandin. Ev yek rastî bertekên mezin hatin. Siyasetmedarên kurd, li ser hesabên xwe yên medya civakî di bertekên nîşan dan de ev nirxandin kirin; “Pêkanînek dij miroviye.”   ‘HEZAR CAR LANET BE’   Parvekirinên hesabên medya civakî yên siyasetmedarên kurd wihan e.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven: “Ji dayika Xalîse re dibin ‘Kargoya we heya, werin bigirin.’ Parçeke ji canê wê, cenazeyê kurê wê yê ku bi kedek mezin mezinkiribû kirine paket û didine. Ligel vê yeke jî dayik dibêje ‘serê gele me sax be.’ Dîrok şahidê me be, kesên ev êş bi te dan jiyîn, wê êşên herî mezin bijîn.”   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz: “Hişmendiya we ya di dijminantiya gelê kurd de sînoran nas nake, hemû rûmeta mirovahiyê bin pê kiriye. Lê emê her tim bi gelê xwe re bin.”   Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtalan: Desthilatdariya kesên cenazeyê zarokekê di kargoyê de ji dayika wî re dişîne, hezar carî di erdê de biçe xwarê. Bi hezar carî lanet li dijminantiya we ya li dijî kurd û mirovahiyê be.    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca: “Weke carek din nîşanî her kesî da ku hûn çiqasî bêexlaq û bêwijdan in.”   Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel: “Dîroka mirovahiyê heya niha reziltiyek wiha, dijminantiyek wiha ne dîtibû. Hûn dîroka rezîltiyê dinivîsîn.”    KÎJAN WIJDAN, KÎJAN EXLAQ VÊ QEBÛL DIKE    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş: “Ev pêngaveke ji mirovahiyê derketine. Li tu devereke cîhanê û li ser rûyê erdê kiryarek wiha nehatiye dîtin. Cenazeyê zarokekê di kargoyê de ji dayika wî re şandin, gelo di kîjan ol, wijdan û hiqûqê de heye?”   Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît: “Pênaseya cenazeyê kurê dayikekê di postayê de jê re şandin, di zimanê mirovahiyê tuneye. Gelo vê nêzîkatiyê kîjan ol, kîjan wijdan û kîjan exlaqa  qebûl dike. Mirovahî tu carî evqas rezîl ne bûbû.”   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag: “Bedenê lawê dayikekê di postayê de jê re şandin rezîltiye. Polîtîkayên we yên dijminantiya kurdan wê dawiya we bîne.”   ‘LI HEMBERÎ VÊ FAŞÎZMA HÎTLER MAHSÛM DIMÎNE’   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel: “We misqalî zere nesibê xwe ji mirovahiyê ne girtiye. Em ê bêjin ji xwe şerim bikin, lê ger ew rûyê we yê ji xwe şerimkirinê hebûye we ev bêexlaqî nedikir.”   Parlamenterra HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn: “Ez tu feyvan nabînim ku bêjim. Ne wijdan û ne jî mirovatî vê tabloyê qebûl dike. Li hemberî vê faşîzma Hîtler jî mahsûm dimîne.”   Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî: “Desthilatdariya AKP’ê, hesabê ji kurdên weke kurd mirine dipirse. Ji dayikekê re cenazeyê kurê wê bi paketa kargoyê dişîne. Hûn ji mirovahiyê derketine.”