HDP'ê cenazeyê Îpek ê bi PTT’ê hat şandin, bir rojeva Meclîsê 2020-04-11 13:05:21   ENQERE – Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, diyar kir ku cenazeyê Agît Îpek ê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi PTT’ê ji malbatê re şandin sûcê mirovahiyê ye û ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir: “Gelo hûnê derbarê kesên ev sûcê mirovahiyê kirin de lêpirsînê vekin?”   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar, cenazeyê Egît Îpek (Kemal Berxwedan) ê HPG’î ku di operasyona leşkerî ya 23’yê gulana  2017’an de li Girê Xelasor a Dersîmê jiyana xwe ji dest dabû, 3 sal şûn de ji mallbatê re di paketeke kargo ya PTT’ê de ji malbatê re hatibû şandin bir rojeva Meclîsê.    Dundar, ji bo ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivînê pirsname da Meclîsê. Dundar di pirsnameya da de wiha got: “Kiryarên xirab ên li dijî cenazeyan û astengkirina mafê definkirinê tim tên rojevê. Kiryarên xirab û îşkenceyên li cenazeyan tên kirin sûcê mirovahiyê ye. Bi cenazeyê Agît Îpek ê bi PTT’ê ji malbatê re şandin sûc hatiye kirin.”    ‘MALBATÊ JI BO CENAZE BI DEHAN CAR SERLÊDAN KIRIN’   Dundar, dest nîşan kir ku malbata Îpek ji bo cenazeyê kurê xwe werbigire bi dehan car serlêdan kirin û wiha got: “Lê raydaran gotin cenaze tuneye. Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) cenazeyê Îpek ê Serdozgeriya Komarê ya Dersimê jêre şandibû dide PTT’ê û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku malbata Îpek lê dijî re dişîne. Serdozger ji karmendên PTT’ê re dibeje di paketa kargoyê de hestiyên kurê malbata Îpek heye û bi vî awayî teslîmê dayikê tê kirin. Malbata ku cenazeyê kurê xwe ji Amedê dibe Mêrdînê rastî gelek astengiyan tê. Destûr nayê dayîn ku wacîbeyên olî ser cenaze bên kirin. Malbata neçar dimîne ku bi vî awayî bi derfetên xwe cezayê kurê xwe defin bike.”   Dundar di dewam pirnameya xwe de van pirsan ji Gul dike:    “* Gelo hûnê vê sûcê mirovahiyê çawan rave bikîn?    * Çima cezayê Agît Îpek bi PTT’ê ji malbatê re hat şand? Gelo ev ne bêrêziye?    * Gelo cenazeyê Agît Îpek çand caran dane kargoya PTT’ê û bi vî awayî çend caran rûmeta mirovahiyê hatiye şikandin?    * Gelo kî biryar da ku cenaze bi PTT’ê bê şandin? Hûnê derbarê kesên ev sûcê mirovahiyê kirin de lêpirsînê vekin?   * Gelo hûn ji van polîtîkayên dijminane şerim nakin?    * Çima destûr nehat dayîn ku li ser cenaze wacîbeyên olî bên bi cih anîn?    * Ma ev ne bêrêziye li hemberî mirinê? “