ÎHD: Îlankirina qedexeyê ya 2 saet beriya destpêka qedexeyê nayê qebûlkirin 2020-04-11 13:28:34   AMED - Wezîrê Karên Hundir, şevê din 2 saet beriya ku qedexeya derketina kolanan îlan bike biryara qedexeyê aşkerekir. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ev helwesta Wezaretê rexne kir û destnîşan kir ku ev yek nayê qebûlkirin.    Wezareta Karên Hundir şevê din saet di 22.00'an de aşkere kir ku dê li 30 bajarên mezin ên Trikiyeyê ji saet 24.00'ê 10'ê Nîsanê (şemî) heta 24.00'ê 12'ê Nisanê (Yemşem) qedexeya derketina kolanan îlan kir. Li ser vê yekê li gelek bajaran mirov bi girseyî derketin derve û êrîşî fikiranan kirin. Li gelek cihan izîham pêş ket. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi daxuyaniyek nivîskî bertek nişanî vê yekê da. ÎHD'ê têkildarî rewa şewba Covid-19 û helwesta wezareta Karên Hundir bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin. ÎHD'ê da zanîn ku heta 11'ê Nîsan 2020'an li Tirkiyeyê 47 hezar û 29 mirov bi şewbê ketine û 1006 mirov jî bi şewbê mirine. ÎHD anî ziman ku dema testên rojane tên kirin li ber çavan digirin, hêjmara kesê bi şewbê ketine bêtir zêde ye û wiha got: "Ji ber sepantinên îsolasyonê tengasi çê dibin. Ji ber van tengasiyan di qada civakî û aborî de binpêkirinên mafan pêş dikevin. Li gorî vê yekê dewlet ji bo rê li pêş vê yekê bigire ne di nava amadekariyê de ye."    DIVÊ WELATÎ RAST BÊNE AGAHDARKIRIN   ÎHD'ê xwest welatî rast bêne agahdarkirin û wiha got: "Divê berî her tiştî ji bo xizmetkarên tenduristiyê hemû gavên pêwist ên parastinê bêne avêtin. Dîsa ji ber şewbê divê li cihên girtî (Girtîgeh, wargeh, malên aramiyê divê hemu tedbîr bêne girtin. Divê li gargeriyên xebatên komî lê têne kirin bêne girtin. Deha ku ev şewb derbas bibe divê pêdiviyên xebatkaran ji aliyê dewletê ve bê pêşwazikirin. Dîsa divê welatî rast bê agahdarkirin û ev mafê wan ê herî bingehîn e. "