Dermangerek ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-04-11 14:15:19   STENBOL – Odeya Dermangerên Stenbolê ragihand ku dermanger Îsmaîl Dûrmûş ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.    Odeya Dermangerên Stenbolê li ser malpera xwe ya înternetê ragihand ku hevpîşeyê wan dermanger Îsmaîl Dûrmûş ê 38 salî li dermanxaneyek Sancaktepeya Stenbolê wezîfedar bûye ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Odeya Dermangeran xemgîniya xwe ya ji bo wefata Dûrmûş anî ziman û da zanîn ku dê hevpîşeyê wan li Kayseriyê were veşartin. Odeyê ji malbatê, xizm, dost û civata dermangeran re sersaxî xwest.