Welatiyê ji nexweşxaneyê şandin malê, qeyrana dil derbas kir û mir 2020-04-11 14:37:47   BÛRSA - Welatiyê ku roja bê emeliyatkirin, bi sedema tenduristiya wî riske bêyî ku emeliyat bikin şandin malê. Welatî Muhittin Guneş (74), piştî şandin malê, li malê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Li Bursayê welatiyê 74 salî Muhittin Guneş, li malê nexweş ket. Xizmên wî ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Îhtîsas a Bilind a Bûrsayê muayine kirin, diyar kirin ku xwîn çûye hundirê wî û şandin serwîsê. Piştî mudaxaleyê xwîn rawestandin û bi teşhîs kirin ku pençeşêra mahdê bi Guneş re heye. Ji bo emeliyatê roj ran Guneş û şandin malê. Pişti roja emeliyatê bijîşkan gotin "Rewşa tenduristiyê rê nade ku emeliyat bibe û ji bo emeliyatê ne guncav e" dîsa şandin malê. Guneş, piştî çû malê çend roj şûnde qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Kurê Muhîttîn Guneş Ramazan Guneş, diyar kir ku bavê wî ji sersariyê jiyana xwe ji dest daye. Guneş da zanîn ku pişti bavê wî şandin malê, roja dîtir dîsa nexweş ket û wiha got: "Piştî rewşa bavê min giran bû, ez li serwîsa 112’an geriyam. Li ser vê yekê ji 112’an 3 kes hatin û tansiyon pîvan. Min xwest bibin nexweşxaneyê muayîne bikin û dîsa bînin. Yên bi 112 hatin ji bo me nebin nexweşxaneyê 15 dk xwestin me îkna bikin. Piştî me qebûl nekir em birin nexweşxaneyê. Lê ji bavê min wê demê qeyrana dil derbas dikir û di rê de dilê wî sekinîbû. Piştî em çûn nexweşxaneyê bijîşk got 'Dilê wî sekinî ye' û dîsa çû. 15 deqîqe şûnde disa hat û got 'Nexweş miriye'    'EM LI BENDA OTOPSIYÊ NE'    Guneş li ser vê rewşê li xeta 184'an a Navenda Ragihandina Wezareta Tenudistiyê geriya. Lê Guneş li vir jî bersîva "Tiştekî em bikin tune ye" girtin. Guneş, anî ziman ku ji ber vê nêzîkatiya wan der bare xebatkaren 112'an û bijîşk de gilî kiiye û niha li benda encama rapora otopsiyê ne.