Li Amedê 2 kes bi vîrûsa corona mirin 2020-04-11 15:26:41   AMED - Li Amedê 2 kes ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) mirin. 2 jinên 85 û 65 salî li nexweşxaneyê ji ber vîrûsê mirin.    Jina 85 salî ya li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ji ber şewba vîrûsa corona (Covid-19) dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Jina 85 salî di 2'ê Nîsanê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Lice û piştî muayineyê dîsa şandin malê. Piştî rewşa wê giran bû, di 6'ê Nîsanê de ji Licê sewqi Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleye kirin. Jina 85 sali ku di xwîna wê de vîrûs hat ditin pişti 5 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    JI 5 KESAN KESEKÊ JIYANA XWE JI DEST DA   Li taxa Îskenderpaşa ya Navçeya Sûrê jî di malbata ku li avahiya Nurê dijîn bi 5 kesan re vîrûs hatibû dîtin û avahî xistibû qarantînayê. Ji 5 kesên ku vîrûs bi wan re hat ditin jina 65 salî li Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargilê dema dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. 4  welatî jî dermankirina wan didome.    Heta niha li Amedê 14 kes bi şewba vîrûsa corona mirin.