Li Şirnexê ji bo 'Kampanyaya Xwişk û Bira' hezar malbat hatin diyarkirin 2020-04-12 09:08:06   ŞIRNEX - Di çarçoveya "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya HDP'ê de li Şirnexê nêzî hezar malbat hatin diyarkirin. Hevserokê HDP'a Bajêr Sebahattşn Denîz, anî ziman ku ew ê bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoya zor û zehmet derkevin û got: "Heqîqeta jiyana civakiyî parvekirin e."    "Kampanyaya Xwişk û Bira" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di pêvajoya vîrûsa coronayê (Covîd-19) de hat destpêkirin didome. Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, di çarçoveya kampanyayê de heya niha li Şirnex û navçeyên bê nêzî hezar malbat diyar kirine.    Hevserokê HDP'a Şirnexê Sebahattîn Denîz, anî ziman ku ew hewl didin piştevaniya bi malbatan re mezintir bikin. Denîz, diyar kir ku rêxistina wan a bajêr û rêxistinên wan ên navçeyan, komîsyonên taxan û endamên partiyê malbatan tespît dikin û got, di vî warî de cihêkariyê nakin û heya niha nêzî hezar malbat diyar kirine û wê xebatên wan ên di vî warî de dewam bikin.    RMANC TENÊ NE PIŞTGIRIYA MADÎ YE    Denîz, got: "Em di çarçoveya Kampanyaya Xwişk û Bira de di navbera malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye û malbatên piştevaniyê dikin tînin cem hev. Armanca me tenê ne pişgiriya aborî ye, em dixwazin malbat bên cem hev du û bi vî awayî civakîbûyînê û mnewiyatê xurt bikin. Armanca me ew e em wî ruhê piştevanî û piştgiriyê yê di çanda me de xurtir bikin."    110 MALBAT BÛN XWIŞK Û BIRA    Denîz, bilêv kir ku kapmanya bûye cihê bertekên erênî û got: "Gelek kes û saziyên dixwazin alîkariyê bikin xwe dighînin me. Heya niha ji malbatên hatine diyarkirin 110 jê sûd jê girtine û ew û malbatên alîkariyê dikin pêwendî bi hev re danîne. Em ê ji niha pê ve hewl bidin ku vê hejmarê zêdetir bikin."    Denîz, ji bo xurtkirina kampanyayêê bang li gelê bajêr kir û got: "Heqîqeta jiyana civakiyî parvekirin e. Heger em li taxa xwe, li gundê xwe, li kuçeya xwe, li navçe û bajarê xwe xwedî li hev derkevin em ê ew qasî karibin jiyanê û civaka xwe biparêzin. Piştevanî berpirsiyariyeke ehlaqî û wijdanî ye. Divê em vê berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Em ê bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoya zor û zehmet derkevin."