'Kareki me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye' 2020-04-12 09:09:40   EDENE - Muzîkjen Înceoren, anî ziman ku li Edeneyê nêzî 5 hezar kesên di sektora şahînetê de dixebitin betal mane û got: "Niha karekî me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye. Bira dewlet alîkariya muzîkjena bike."    Şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) ku li seranserê cîhanê belav dibe, bi xwe re dibe sedema gelek pirsgirêkan jî. Yek ji van pirsgirêkan jî meseleya aboriyê ye. Heya niha gelek sektor bandor ji vê yekê girtine. Yek ji can sektoran jî sektora şahînetê ye. Li gorî Nûnertiya Federasyona Muzîkjen û Hunermendan (MUZSAN) a Edeneyê ji ber vê pêvajoyê li Edeneyê nêzî 5 hezar kesên di vê sektorê de dixebitîn betal mane.    'EM MEXDÛR IN'   Nûnerê MUZSAN a Edeneyê Abdûrrahîm Dûrsûn, anî ziman ku ji ber şewba coronayê li Edeneyê sektora dawet û şahînetan sekiniye. Dûrsûn, destnîşan kir ku divê her kes ji bo tendruistiya xwe li gor bangawaziya hiikûmetê û rêxistinên civaka sivîl ên ji bo "dimaldemayînê" de tev bigere û got, lê belê divê dewlet ji bo vê yekê pêdiviyên welatiyan jî peyda bike. Dûrsûn, diyar kir ku beriya şewbê jî rewşa sektora şahînetê pir nebaş bû û got: "Helbet jiyana mirovan ji her tiştî biqîmetir e. Divê mirov di mal de bimînin. Lê divê pêdiviyên wan jî bên peydakirin. Em dixwazin dewleta me û rayedar vê yekê bikin."    Dûrsûn, anî ziman ku tu ewlehiyeke civakî ya muzîkjena tuneye, bi qaydeyê yewmiyeyê dişixulin û got: "Ji ber ku muzîkjen nikarin bixebitin nikarin nan bibin mala xwe. Wekî bi ilyonan kesî ew jî mexdûr in. Me ji bo alîakriya baorî, ji bo heqê fatûreyên ceryan, av û gaza xwezayî û heqê zexîre serî li Walîtiya Edeneyê, Şaredariay Bajarê Mezin a Edeneyê û şaredariyên navçeyan kir. Hê jî tiştek ji me re negotine. Em dixwazin mexdûriyeta me û welatiyan hel bikin. Gel perîşan bûye."    'BILA ZAROKÊN ME JÎ NANEKÎ BIXWIN'    Muzîsyen Zekî Înceorenê ku 26 sal in li dwet û şahînetan muzîkjeniyê dike, anî ziman ku ji ber krîza aborî sektora şahînetê berteng bibû lê belê bi vê şewbê re bi temamî sekiniye. Înceoren, destnîşan kir ku tu ewlehiyeke wan î civakiyî tuneye, bi usûla rojane dixebitîn û got: "Ji ber şewbê e nikarin bişixulin Dahateke me jî tuneye. Perê me dabû ser hev jîq ediya. Niha karekî me yê em karibin nan ji zarokên xwe re bibin tuneye. Bira dewlet alîkariya muzîkjena bike."    MA / Hamdüllah Kesen