Di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27 zêde bû 2020-04-12 11:07:42   AMED - Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, piştî vîrûs belav bû û pêvajoya qarantinayê dest pê kir, lêkolîn kir. Li gorî lêkolînê tuniya di nava malê ya li dijî jinê ji sedî 27.8 zêde bûye.    Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, piştî vîrûs belav bû û pêvajoya qarantinayê dest pê kir, di navbera 3 û 8'ê Nîsanê de li 28 bajaran lêkolîna qadê kir. Li gorî lêkolînê tuniya di nava malê de ji sedî 27.8 zêde bûye. Li gorî lêkolînê tundiya li dijî zarokan jî ji sedî 19 zêde bûye. Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, li Stenbol, Amed, Îzmir, Enqere, Antalya, Wan, Êlih. Edene, Mêrsîn, Şirnex Agirî, Mêrdîn, Qers, Riha, Mûş Samsun, Aydin, Kocaelî, Yalova, Balikesîr, Mugla, Bursa, Dersîm, Dîlok, Îdir, Meletî û Colemêrgê lêkolîn kir. Bi giştî bi tevlêbûna hezar û 873 jinan lêkolîn kir. Kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 55.1' zewicî ne. Ji sedî 36.8 azib in. Ji sedî 7.1 dest ji hev berdane. Dîsa kesên beşdarî anketê bûn ji sedî 58.2 zanîngeh xwendne. Ji sedî 12.3 lînasans kirine. Ji sedî 20.9 jî lîse xwendne. Di qada aborî de jî ji sedi 40.2 kesên beşdarî anketê bûn kar nakin û betal in. Ji sedî 38 hatina malbatê zêdeyî 5 hezar tl ye. Ji sedî 15.5 hatina malê di navbera 4 û 5 hezar tl de ye. Ji sedî 12 hatina malê di navbera 3 hezar û 4 hezar tl de ye. Ji sedî 34.5 hatina male di navbera 0 tl û 3 hezar tl de ye.    JI SEDÎ 40.7 BETAL IN   Kesên beşdarî anketê bûn ji edî 89.2 li malbadên hêjmar di nava 1  û 6 kesan de tê guhertin. Ji sedî 10.8 jî hêjmara malbatan zêdeyî 7 kesan e. Li gorî anketê ji sedî 40.7 betal in û kar nakin.  Li gorî lêkolîna anketê piştî vîrûsê ji sedi 34.8 kesan karbeşiya nava malê kirin û ji sedî 33.1 nevî nêvî û ji sedî 32.1 jî karbeşiya karê nava male nekirine.    Piştî qarantinayê rageşî û niqaşên nava malê zêde bû. Li gorî lêkolînê ji sedî 69.4'an diyar kirin ku piştî qarantînayê niqaşa nava malê zêde bû. Ji sedî 30.6 kesan jî diyar kirin ku tundî pêş neket.    TUNDIYA ZILAM LI PÊŞ E    Li gorî lêkolînê piştî qarantinayê tundiya di nava malê ya ji sedî 23.7 tundiya derûnî, ji sedî 10.3 tundiya aborî, ji sedî 4.3 tundiya dijital, ji sedi 1.7' tundiya fizîki û ji sedî 1.4 tundiya zayendî  pêş ket. Ji sedî 32 kesên diyar kirin ku rastî tundiyê hatine anin ziman ku rastî tundiya hevjînê xwe hatine. Ji sedî 15.4 rastî tundiya bav, ji sedî 14.8 rastî tundiya birayê xwe hatine.    TUNDÎ JI SEDÎ 27.8 ZÊDE BÛ    Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk û Civakî, piştî vîrûs belav bû û pêvajoya qarantinayê dest pê kir, li ser tundiya nava malê jî lêklîn kir. Li gorî lêkolîna tundiya nava malê ji sedî 84.8 diyar kirin ku beriya qarantînayê tundî tune bû û piştî qarantînayê tundî zêde bû. Ji sedî 15.2 jî diyar kirin ku beriya qarantinayê tundî hebû. Ji sedî 57'an anîn ziman ku di serdema qarantinaye de rastî tundiyê hatine.  Dîsa di pêvajoya qarantînayê de tundiya li dijî jinê ji sedî 27.8 zêde bûye. Tundiya li dijî zarokan jî ji sedî 19 zêde bûye.