Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-12 14:09:14   AMED – Derket holê ku li Amedê nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê ji ber ku bêyî amûrên parastinê mudaxaleyî kesekî ku piştî mirinê testa wî pozîtîf derketiye kirine, bi vîrûsê ketine.    Beriya çend hefteyan, li Amedê ciwanekî 25 salî întîhar kiribû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî. Ev cîwan piştî ku 10 rojan li beşa lênêrîna awarte hatibû tedawîkirin, di 8’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Bi fermana dozger otopsiya wî hatibû kirin û testa wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derketibû. Xebatkarên tenduristiyê, di pêvajoya tedawiyê de bêyî amûrên parastinê mudaxaleyî ciwan kiribûn.    TEST NEHATINE KIRIN   Piştî mirina ciwan derket holê ku testa vîrûsa koronayê ya nexweşekî 50 salî û xebatkerekî tenduristiyê jî pozîtîf derketiye. Hat hînbûn ku testa xebatkarên tenduristiyê yên din ku mudaxaleyî ciwanê mirî kirine, heta niha nehatiye kirin. Ji bo testê ji hemû nexweşên beşa lênêrîna awarte mînak hatine girtin. Her du kesên ku testên wan pozîtîf derketin sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin kirin.