HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin 2020-04-12 18:23:36   ENQERE - Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên HDP'ê, Rejîma Îranê û hevkarên wê yên siyasetmedarê Kurd Mustafa Salim darvekirin şermezar kir û got: “Em Îran û hevkarên wê yên Siyasetmedarê Kurd darve kir şermezar dikin."    Endamê PDK-Î û siyasetmedar Mustafa Selîm ji Girtîgeha Bajarê Seqîz a Îranê firar kir û xwe avêt stara Başûrê Kurdistanê. Lê piştre endamê PDK-Î Mustafa Salim teslimî Dewleta Îranê kirin û darve kirin. Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Rejîma Îranê û hevkarên wê yên siyasetmedarê Kurd Mustafa Salim darvekirin şermezar kir. Hevberdevkan bi sernavê "Em helwesta ku Siyasetmedarê Kurd teslîmî Îranê kir û Dewleta Îranê ya Siyasetmedarê Kurd darve kir şermezar dikin. Ev feraseta ku siyasetmedarê xwe spartiya wan, bi hevkariyê dibin sedema darvekirinê xuya dike ku çiqas ji zanîn û aqiyê yekîtiya neteweya Kurd dûr in. Sedema vê yekê ya bingehîn feraseta hevkariya li dijî azadiya Kurdan e.    Em dixwazin ku Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê van kesên bûne berpirsiyarê darvekirina Mustafa Salim ê xwe spartiye Başûrê Kurdistanê ronî bike û hesap bipirse.    Em polîtikaya ÎRanê ya li dijî Kurdan jî bi tundî şermezar dikin.