Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê 2020-04-12 19:25:50     AMED - Li Erxeniyê, ji ber ku testa vîrûsa korona ya malbatekê pozîtîf derket, avahiya malbat tê de dijî kirin karantînayê. Li navçeya Erxenî ya Amedê, di malbateke ku di avahiya li ser rêya Dîcle de dijiya vîrûsa korona hat tespîtkirin. Piştî hat hînbûn ku şexsekê malbatê bi vîrûsê ketiye, avahiya malbat tê de dijiya xistin bin karantînayê.