‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’ 2020-04-13 09:14:15   STENBOL – Rêxistinên tenduristiyê, biryara qedexeya derketina kolanan a 2 rojan weke “Sosretiyê” nirxandin û gotin: “Bi nêzîkatiya di nava heftiyê de bixebite û dawiya heftê jî derneke derve, têkoşîna bi şewbaş pandemiyê re nabe. Hikumet li şûna tenduristiya gel berjewendiyên sermayedaran difikire.”   Wezîrê Karê Hûndir roja Înê ji bo 30 bajarên mezin û Zongûldakê 2 roj qedexeya derketina kolanan îlan kir. Piştî biryara qedexeyê, welatî ji bo ku pêdiviyên xwe pêk bînin herikîn firîn û markêtan. Ji ber vê bi awayekê cîdî mesafeya civakî ji holê rabû û vê rewşê tenduristiya mirovan xist talûkeyek mezin. Di rojên pêş de vê çiqasî bandorê li mirovan kiriye wê derbikev heolê. Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkên Stenbolê Osman Ozturk û Hevserokê Şaxa Sendikara Karkerên Tenduristiyê (SES) yê Bakirkoyê Hatîp Şengul rewşa hat jiyîn nirxandin.   ‘SOSTERE’   Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkên Stenbolê Osman Ozturk, diyar kir ku ew ji bo ku şewba pandemî belav nebe bi rojane bang dikin ku qedexeya derketina kolanan bê îlankirin û wiha axivî: “Lê ligel hemû bangên me jî, ev daxwaza me bi cih ne anîn. Herî dawî çi kirin, 2 saet berî pêkanîna qedexeya derketina kolanan îlan kirin. Ez vê weke ‘sosretiyê’ di nirxînim. Biryara hat girtin li dijî aqîl, mantilk û zanistiyê ye. Tiştek wiha nabe ku bê kirin. Lê kirin. Gelo we çima saet 22.00 mirov herikandin kolanan?”      ‘DIVIYA BÛ DI DEMEK RAST DE BIHAT GIRTIN’   Ozturk, da zanîn ku hikumet li dijî şewbê her  tim bergiriyan di demê wê de nagire û wiha got: “Hikumet hertim paş ve dimîne û geriyên divê bigire piştî 3 heftiyan digire. Di pêvajoya pandemî de lezbûn pir girînge. Dest ji 3 heftiyan berdin rojek jî pir girînge. Hikumet naxwaza vê pêvajoyê bi rêve bibe. Terzê rêveberiya hikumetê zirarê dide gel. Ger hûn bergiriyan di demên wan de negirin, tu wateya xwe namîne. Ji xwe wisan xuya dike ku pêvajoya qedexeya derketina kolanan a 48 saetan jî, ji faydê zêdetir wê zirarê bide.”    ‘BIRYAREK ŞAŞE BÛ’   Hevserokê Şaxa SES’ê ya Bakirkoyê Hatîp Şengûl jî, anî ziman ku biryara hat dayîn bêpalan hatiye dayîn û wiha axivî: “Di vê biryarê de koordînetî, pêşbinî û tu bernameyek cidî tuneye. Biryara ku hikumetê girtiye ne li dijî pêşîlêgeritina şeybêye. Berî du rojan me got bila mirov ji malên xwe dernekevin û li malên xwe bên kontrolkirin. Li hikumet ji bo ku mûçeyên karkeran nede, biryara qedexeya derketina kolanan nade. Niha emê ji qedexeya derketina kolanan a du rojan çi fêm bikin. Rewşa piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan hat jiyîn, wisan xuya dike ku emê di rojên hîn zortir re derbas bibin.”    ‘LI ŞÛNA TENDURISTIYA GEL, BERJEWENDIYÊN XWE DIFIRIN’   Şengul, dest nîşan kir ku ev biryar xizmeta xanedanên sermayedaran dike û wiha got: “Tenê dawiya heftiyê qedexe kirin, pirsgirêkê çareser nake. Bi nêzîkatiya di nava heftiyê de bixebite û di dawiya heftê jî derneke derve, têkoşîna bi şewbaş pandemiyê re nabe. Hikumet li şûna tenduristiya gel berjewendiyên sermayedaran difikire.”   MA / Nacî Kaya