Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye 2020-04-13 09:15:45   STENBOL – Malbatên girtiyan, bertek nîşanî pêşnûmeya înfazê ya girtiyên siyasî ji derveyî wê hat hiştin û li Meclîsê tê nîqaşkirin dan û gotin: “Di hundirê qanûna înfazê de kîn neyartî heye. Em ditirsin ku şewb bikev girtîgehan. Rojek berî rojekê divê girtîgeh bên vale kirin.”    Yek ji qadên bi rîska şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re rû bi rû ye girtîgehin. Ji bo ku girtî bên berdan bi lez pêşnûmeya înfazê amade kir û şand Meclîsê. Qanûna înfazê li Meclîsê tê nîqaşkirin. Ligel hemû talûke û rîskên heyî jî desthilatdariyê girtiyên siyasî ji derveyî vê pêşnûmeya înfazê hiştin û bi vî awayî terkê mirinê kirine. Bertekên li dijî vê hîna jî dewam dikin. Xizmên girtiyan ên bertek nîşanî pêşnameya qanûna înfazê dan, diyar kirin ku şewba vîrûsê wê cudakariyê nexe navbera girtiyên siyasî û edlî.    Girtiya 56 salî Songul Îldîrîm a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê dimîne, ji ber nexweşiya xwe ya kezebê, pirsgirêkên dan û stendina bêhnê dijî. Îldîrîm a nêzî 2 salane girtiye, ji ber şewbê, di koma bi rîsk de cih digire.    ‘BI ŞÛŞTINA QAWÎŞAN BERGIRTIYÊ DIGIRIN’   Şerafettîn Îldîrîm ê ji ber nexweşiya hevjîna xwe bi fikare, diyar kir ku roja Înê bi telefonê bi hevjîna xwe re axiviye. Îldîrîm, da zanîn ku rewşa di girtîgehan de pir nebaşe û wiha axivî: “Tu bergirî nayin girtin. Daxwazên girtiyan pêşwazî nakin. Girtî bi derfetên xwe, hewl didin bergirtiyên xwe bigirin. Her tim qawîşan dişûn. Tenê bi vê hay ji xwe dimînin. Nexweşiyên hevjîna min ên kronîk hene. Darmanên wê jî nadinê. Ji ber vê şewbê derbarê jiyana wê de pir fikarên min hene. Divê demildest bê berdan.”    ‘DI HÛNDIRÊ QANÛNA ÎNFAZÊ DE KÎN Û NEYARTÎ HEYE’   Şerafettîn Îldîrîm, bal kişand ser qanûna înfazê ya di Meclîsê de tê nîqaş kirin jî û wiha got: “Bi vê awayî qet ne adîl û wekheve. Em vê cudakariyê qebûl nakin. Bi kîn û dijminantiyê nêzî girtiyên siyasî dibin. Divê êdî dest ji vê cudakariyê bê berdan. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî bi lezgînî bên berdan.”    MALBATA ÇÎÇEK JI BO 2 ZAROKÊN XWE BI FIKARE    Malbata din jî, malbata Çîçek a 2 zarokên wê girtiye. Ji zarokên malbat Çîçek Oguz Çîçek ê 35 salî di sala 2012’an de hat binçavkirin û girtin. Ji çend dosyayên cuda, bi giştî 32 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Oguz hatiye birîn. Oguz niha li niha li Girtîgeha Tîpa T a Odemîş a Îzmîrê tê girtin.    Mîzgîn Çîçek a 25 salî jî, ji ber ku diçe hevdîtina birayê xwe Oguz û jê re pirtûkan dibe di sala 2017’an de tê girtin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn. Mîzgîn jî li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê ya Alîaga tê girtin.    ‘EV QANÛNEK WEKHEV Û ADÎL DIXWAZIN’   Bavê du zarokan Mîrzeydin Çîçek, diyar kir ku tu bergiryan ji bo girtiyan nagirin û wiha hêrsa xwe anî ziman: “Girtî bi derfetên xwe bergiriyên xwe digirin. Divê ji bo girtiyên siyasî jî pênûmeya înfazê bê sererast kirin. Di vê qanûnê de edalet tuneye. Cudakarî heye. Hikumet dixwaze tenê alîgirên xwe ji girtîgehan derbixe. Em malbat, qanûna wekhev û adîlane dixwazin. Em ditirsin ku şewb belavî girtîgehan bibe. Ji ber vê fikarên me hene. Demildest divê girtîgeh bên valekirin.”    MA / Semra Turan