Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin 2020-04-13 09:16:23   SÊRT – Pereyek pir zêde ji girtiyekê bê berdan dixwazin. Hat diyar kirin ku hezar TL ji girtiyekê bê berdan û ji Sêrtê heya biçe Colemêrgê xwestin.    Nîqaşên pêşnûçeya qanûna înfazê ya ji ber vîrûsa korona hat amadekirin li Meclîsê dewam dikin. Hat hîn bûn ku ji bo berdana girtî û hikumxarên dikevin ber qanûna înfazê amadekarî tên kirin. Hat dest nîşan kirin ku miduriyetên girtîgehan wê ji bo girtiyên bên berdan, wesayîtan amade bikin. Ji bo vê jî, ji niha de ji girtiyên bên berdan pereyek zêde ji bo sewqan wan tê xwestin. Ev yek rastî bertekên girtiyan û xizmên girtiyan hatin.   Ji bo girtî şandina malên wan nivîseke hişyariyê hat nivîsan û bi bên îdarî û qawîşan ve hatin kirin. Di vê hişyarê de, pereyê ji girtiyên bên berdan û heya malê bên şandin hatin dest nîşan kirin. Girtiyên bi navbeynkariya malbatên xwe bertek nîşanî vê yekê dan, ji ber rewşa xwe ya berdanê nexwestin navên xwe bidin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, ji girtiyên biçin Êlihê 100 TL, yên biçin Amedê 200 TL, Şirnex 200 TL, Mêrdîn 200 TL, Stenbol 800 TL, Trabzon 500 TL, Mêrsîn 450, Çewlîg 340 û yên biçin Colemêrgê jî hezar TL, hatin xwestin.    Hat zanîn ku mînîbus û otobusên ji bo girtiyan bên girtin, wê li gorî hejmarê bê guhertin.