Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin 2020-04-13 09:32:28     DENÎZLÎ – Serokê Şaxa SES’ê ya Denîzliyê Selçûk Goçer, diyar kir ku Rêveberiya Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê li gel ku ekîpmanên parastinê nedaye xebatkarên xwe jî xwestiye weke daye nîşan bide û têkildarî mijarê girtek bigire.   Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Civak û Tenduristiyê (SES) ya Denîzliyê Selçûk Goçer, diyar kir ku li bajar timik têkildarî vîrûsa koronayê xebatkarên tenduristiyê aghdar dikin. Goçer, diyar kir ku Rêveberiya Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê, li xebatkarên xwe ferz dike ku forma qaşo hemû ekîpmanên parastinê girtine bide îmzekirin û wiha got: “Rêveberiya nexweşxaneyê amûrên ku tenê dikarin carekê bên bikaranîn dide. Lê dixwaze weke ku gelek amûr dide nîşan bide. Me vê mijarê bi rêveberiya re nîqaş kir û li hev kir. Em parastina xebatkaran dişopînin.”   150 NEXWEŞ HENE   Goçer, da zanîn ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê tedawiyên vîrûsa koronayê tên kirin û ev tişt anî ziman: “Me di hevdîtina bi endamên xwe yên li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê re tespit kir ku amûrên parastinê kêm tên dayîn. Ji ber vê yekê xebatkarên tenduristiyê neçar dimînin ku heman amûrî demeke dirêj bi kar bînin. Me van pirsgirêkan ji serbijîjkê nexweşxaneyê re ragihand û daxwaz kir ku ev pirsgirêk bên darbaskirin. Li Nexweşxaneya Zanîngeha Pamûkkaleyê 70 û Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê jî 80 nexweşên vîrûsa koronayê hene.”   ‘BIRYARA QEDEXEYE ÎZOLASYONÊ ŞIKANDIN’   Di berdewama axaftina xwe de Goçer, bal kişand ser kesên ku ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Li gorî agahiyên endamên sendikaya me 9 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Navçeyên Acipayam û Guney ketin bin qarantînayê. Ji ber qedexeya derketina derve li bajar liv û tevgereke zêde çêbû. Îzolasyona bi rojan bi vê qedexeyê hat şikandin û mirov bê parastin hatin hiştin. Li bajar gelek karker hene lê bê rêxistinên. Ji ber vê yekê jî daxwaza wan a navberdayîna kar û destûra bi pere qels dimîne.”