ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest 2020-04-13 11:30:15 ENQERE - Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA), nûçeya der barê Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu ya “Divê em bi heman biryarê berdewam bikin. Bila xwedê milletê me nexe şermê." paşve kişand û lêborîn xwest.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu duh îstîfa xwe da. Piştî 2 saetan Serokomar Tayyip Erdogan îstîfa Soylu red kir. Piştî vê yekê Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) der barê Soylu de Nûçeya "Ji Soylu daxuyaniya ewil" weşand û piştre nûçe paşve kişand. ÎHA nûçeya bi ser navê “Ji Suleyman Soylu piştî qeyranê daxuyaniya ewil" weşand. Li gorî vê nûçeyê Soylu daxuyaniyek kurt daye û gotibû: “Divê em bi heman biryarê berdewam bikin. Bila xwedê milletê me nexe şermê. Emanetê xwedê bin." Lê piştî demek kurd ÎHA nûçe paşve kişand û daxuyaniya "Lêborînê" da. ÎHA got nûçeya der barê Soylu ya bi sernavê "Ji Soylu daxuyaniya ewil" hatiye betalkirin. Em ji aboneyên xwe leborîn dixwazin"