Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin 2020-04-13 12:54:19   ÎZMÎR - Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, ragihan ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên testa wan a vîrûsa korona pozîtîf derketin derket 266’an.    Odeya Bijîşkên Îzmîrê, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên li bajê bi vîrûsa korona (Kovîd-19) ketin, aşkere kir. Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê mijarê de daxuyanî da û ev agahî parvekirin; “29 asîstan, bi 19 bijîşkên malbatî re 106 bijîşk, 82 hemşîre, pîrik, 30 karmend, 12 Sekreterên Bijîşk, 10 teknîsyen, 19 karmend, 3 eczaci, 1 derûnas, 2 erkdarên ewlekariyê û 1 jê ajokar bi giştî 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketin.”