Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê 2020-04-13 12:58:31 MELETÎ - Siyasetmedarên Kurd Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel ên ji 2016'an ve girtî tên darizandin, bi hinceta vîrûsa corona dernaxin pêşberî dadgehê. Heyeta ku ji bo demekê li danişînê dinere, bêyî siyasetmedaran derxin dadgehê, nirxandin kirin û doz taloq kirin. Heyetê ne siyasetmedar serbest berdan û ne jî derxistin danişînê.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kışanak û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel ji sala 2016'an heta niha girtî tê darizandin. Heyeta dadgehê ceza liwan birîbû û ceza li Dadgeha Îstînafê hatibû xerakirin. Kişanak û Tuncel ji nûve têne darizandin. Siyasetmedarên ku diviya bû îro derkevin pêşberî dadgehê, bi hinceta vîrûsa corona heye dernexistin peşberî dadgehê. Diviya bû 4'emîn Danişîna doza Siyasetmedarên Kurd Kişanak û Tuncel îro li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiye bihata dîtin. Heyetê bi hinceta vîrûsa corona beyî ku siyasetmedaran derxe dadgehê biryar dan û bêyî ku wan tahliye bike doz taloq kirin.    Parêzerên Kişanak û Tuncel ên ku di 26'ê Cotmeha 2016'an de hatin girtin û girtî têne darizandin, xwest muwekilên wan bêne berdan. Parêzeran anîn ziman ku Kışanak bi nexweşiya kronîk e û girtina Kişanak û Tuncel a di vê pêvajoya vîrûsê de rîskek mezin e. Lê heyetê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 29'ê Gulane kir.