Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye 2020-04-13 13:23:01   STENBOL – Ertûgrûl Gunay, îstifakirina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû wekle şerê desthilatê îrove kir û got ku divê rojevên rasteqîn neyên jibîrkirin.   Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, duh êvarê ragihand ku ji ber dîmenên ku şeva 10’ê nîsanê, di encama ragihandina qedexeya derketina derve de derketine holê îstîfa dike. Piştî bi îstifakirina Soylû bi çend saetan ji aliyê Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ve hat ragihandin ku îstifaya Soylû ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve nehatiye qebûlkirin.   PIŞTÎ BERTEKÊ BERPIRSYARÎ GIRT SER XWE   Ertûgrûl Gunay ku di hikûmetên 60 û 61’emîn ên AKP’ê de Weziriya Çand û Turîzmê kiribû, van geşanan nirxand û diyar kir ku qedexeya derketina ku roja înê hatibû ragihandin bûye sedema îzdihamê û wiha got: “Berpirsyarê vê îzdihamê Soylû destpêkê diyar kir ku bi fermana Erdogan vê pêkanînê daye destpêkirin. Lê piştî ku Qesrê ve bertek hat nîşanî daxuyaniyê da, berpirsyariyê girt ser xwe û îstifa kir. Îstifakirin û qebûlnekirina îstifayê weke rêyeke çareseriyê hat pêkanîn.”   GEL JI QAYÎŞKÊŞIYÊ XESAR DÎT   Gunay, destnîşan kir ku Soylû ji pêvajoyê bi kar derketiye û ev tişt anî ziman: “Erdogan di paşde gav avêtiye. Derket holê ku di desthilatê de beşa nîjadperest ku yek ji nûnerên wê Soylû ye, bi qasî ku biçûk neyê dîtin bi hêz bûye. Hat dîtin ku MHP ne tenê piştgiriyê dide desthilatê, di heman demê de teşe jî didê. Lê gel ji vê qayîşkêşiyê xesar dît. Dema ku em fatoraya izdihama şeva qedexeyê bibînin dê hê bêtir vê yekê fêm bikin.”   BI HIŞÊ BERPIRSYARIYÊ ÎSTIFA NEKIR   Di berdewama axaftina xwe de Gunay, da zanîn ku Soylû bi hişê berpirsyariyê îstifa nekiriye û wiha pêde çû: “Heke bi vê hestê tevbigeriyana, beriya niha gelek bûyerên ku îstifaya wî pêwistî dikir, pêk hatin. Mînak dema êrîşa li dijî serokê muxalefeta sereke diviya ku îstifa bikira. Ez vê îstifayê weke sererastkirina mecbûrî ya berpirsyartiya ku spasttibû Erdogan dibînim. Ev rêzfîlmên ku rojevê mijûl dikin in. Divê ku şerê desthilatê tenê bi temaşekirinê bi sînor nemîne û rojevên bingehîn ên Tirkiyeyê neyên jibîrkirin.”   MA / Nacî Kaya