Beştaş: Hev diparêzin 2020-04-13 15:21:37 ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, redkirina îstîfaya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, wekî “Hevparastinê" pênase kir û got: “Ji ber ku nikarin Tirkiyeyê birêve bibin şer û nakokiyên wan ên navxweşî zêdetir dibin."  Wekîla Serokên Koma HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî îstîfakirina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Zagona Înfazê û geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê civîna çapemeniyê li dar xist. Meral Danış Beştaş, li baxçeyê meclîsê daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê jî tev li daxuyaniyê bûn û dowîzên “Di înfaze de wekhevî û edalet" rakirin û wêneyê girtiyên siyasî bilind kirin. Beştaş, ewil ji malbatên ku xizmên wan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest. Beştaş, anî ziman ku ji ber tedbîr nayên girtin mirov jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Ji bo mirin zêde nebin pêwistî bi rêveberyek baştir û tedbîrê xurttir hene. Ji ber tedbîr kêm in bi qedexeya 2 rojan a kolanan pirsgirêk çareser nabe. Bi biryara be wext bi milyonan mirov derketine kolanê û bûye sedem ku bi şewba vîrûsê bikeve. Me ev yek bi biryara 2 roj berê qedexeya kolanan de dît. AKP vê pêvajoya vîrûsê dixwaze ji xwe re bike wekî firsend.    Beştaş, da zanîn ku vê pêvajoyê mirov ne dizane ku dê xwe ji vîrûsê biparêze an jî faşîzmê biparêze û wiha axivî: "Her roj vîrûs mirovan dikuje. Lê ev ne di xema îqtîdarê de ye. Di ve pêvajoyüa ku mirov ketiye dercê canê xwe  me dit ku Wezirê Karên Hundir çiqas pêşiya xwe nabîne û nikare bi rêve bibe. Li şûna erka xwe pêk bîne bi hemû karên  din re mijûl dibe."    'ÎSTÎFA SOYLU ENCAMA QEYRANA RÊVEBERIYÊ YE'    Beştaş, anî ziman ku îstîfaya Wezîr Soylu nîşan dide ku hikûmet di nava qeyrana rêveberiyê de ye û nikare Tirkiye bi rêve bibe. Beştaş, da zanîn ku redkirina îstîfayê ya Serokomar jî nîşan dide ku hev diparêzin û dixwazin bi vê yekê rojevê biguherinin. Dema beriya biryarê bistîne diyar dike ku bi fermana Serokomar ev biryar stendine, lê piştî biryara îstîfayê diyar dike ku bi serê xwe biryar stendine.    Ew dixwaze Serokomar paqij derxe û Serokomar dixwaze wezîr paqij derxe. Kêmasiyên hev paqij dikin û rojeva esasî ya Tirkiyeyê diguherînin. Bi vê yekê herî zêde tenduristiya gel darbeye dixwe. Em şopdare vê qeyrana ku nikarin bi rêve bibin in. Gelê Tirkiyeyê vê yekê heq nake."    NE JI BO ŞEWBÊ YE    Beştaş bal kişand ser zagona înfazê wiha got "Niqaşên zagona înfazê di roja 7’an de berdewam dike û wiha berdewam kir: "Ev zagona înfazê bi pêşketina Covid -19 re amade nekirin. Em dizanin hevkarê iqtîdarê 2 salin amadekariya vê yekê dike. Ev pakêt bi salan e hatiye amadekirin. Lê bi peşketina Covid-19  re anin rojeva meclisê. Ji ber ku rojên asayî de ev zagon nayê qebûlkirin. Di vê pevajoya ku li Tirkiye rojê 100 mirov bi vîrûsê dimirin de, di vê pêvajoya li cîhanê can tê bazarkirin de Tirkiye bi guhertinên li dijî zagonê mijûl dibe. Îqtîdara AK-MHP'ê dixwaze vê Zagona Înfasê ya ji 70 xalan pêk tê di meclisê re derbas bike."    ÊDÎ CENAZE JI GIRTÎGEHAN DERDIKEVIN   Beştaş, anî ziman ku îqtîdarê tu daxwazên wan li ber çavan nagirt û qebûl nekir û wiha pêde çû: "Em dixwazin hemû girtî serbest bêne berdan. Ji ber ku mafê wan ê jiyanê jî heye. Bi vê pakêtê li aliyekî 90 hezar mirov serbest têne berdan, li aliyê din zêdeyî 200 hezar mirov girtî diminin. Jiyana 200 hezar mirovan davêjin talûkeyê. Ji her kesî dixwazin ku vê pêvajoya diçe mirinê temaşe bikin. Na em vê yekê temaşa nakin. Ji niha de ji girtîehan cenaze derketin. Nexweş hene. Mirovên astengdar hene. Hemu terkî mirinê têne kirin. ûnê.