ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-14 09:00:30   * Endamê Lijneya Rêveberiya TUAY-DER a Amedê Parêzer Şerzan Yelboga derbarê qanûna înfazê diyar kir ku ji bo ku girtîgehan ji nexweşiya vîrusa coronayê xelas bikin divê bi lez û bez qanûna înfazê were guhertin û got: “Ji bo ku girtî pêvajoya pandemiyê li cem malbatên xwe derbas bikin. Divê qanûneke wekhev û bê cudatî were çêkirin û bangên rêxistinên netewî û navnetewî werin guhdar kirin.”   * Mêşvanên ku bi destpêkirina hewaya germ re hatin Şirnexê, diyar kirin ku li dijî vîrûsa koronayê jiyaneke îzolekirî dijîn û ev pêşniyar kirin: “Hem parastina ji vîrûsê hem jî hilberandin hesteke gelekî xweş e. Divê ciwan vegerin xwezayê.”   * Mustafa Koçak, bi daxwaza darizandina  bi edalet 287 rojin di rojiya mirine de ye. Xwişka Mustafa Koçak, Sevgul Koçak, diyar kir ku piştî bi zorê mudaxaleyî wî kirin tenduristiya wî bêtir xera bû û wiha got: "Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerabtir bû. Ji ber mudaxaleyî wî kirin êdî ji êşê nikare razê."    * Parêzer Sevda Aydin diyar kir ku hikumet bi guhertina qanûna înfazê dixwaze jiyana girtiyên siyasî bixe bin metirsiyê û got: “Divê em hemû li dijî vê guhertina civakê ber bi dubendiyê dibe derkevin.”    * Nivîskara Rojnameya Xwebûnê Zehra Mohammedzadeh, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser talûkeyên li pêş civaka xizan û polîtîkayên dewletê û destnîşan kir ku pergal qeyranê di nava qeyranê de dijî. Mohammedzadeh, destnişan kir ku pergal ji ber qeyranê dijî li şûna tedbiran bigirin betir re li pêş felaketê vedikin.    * Endezyarêê Çandiniyê Şerîf Kayalik, anî ziman ku heger şewb dirêj dewam bike diber ku di warê çandinî û sewalvaniyê de xela çêbibe û ji bo çareseriyê "hilberîna demokratîk û komunal" pêşniyar kir.   * Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku bi şewba Covîd-19'yê re pirsgirêkên li girtîgehan zêdetir bûne û got, girtiyên nîşaneyên nexweşînên di wan de hene sewqî enxweşxaneyan nayên kirin û testên wan nayên kirin.    * Derûnas Gulbahar Şedal, bal kişand ser bandora tevdîra "dimaldemayînê" ya li ser jin û zarokan û ev tişt pêşniyar kirin: "Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe. Bira ev pêvajo bibe dema ronîbûnê."    * Şehrîban Çoban diyar kir ku li Girtîgeha Jina ya Alîagayê, li dijî vîrûsa coronayê tu tevdîr nehatine girtin û got, heya niha li girtîgehê di 2 bijîşkan, di 2 girtiyan û 12 gardiyanan de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin.    * Girtiyên di girtîgehên herêma Çûkûrovayê de, anîn ziman ku li dijî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin. Hadî Elçîçekê di Girtîgeha JImare 2'yan a Tîpa T a Tarsûsê de dimîne got: "Tê diyarkirin di gardiyaneke jin de vîrûsa coronayê hatiye tespîtkirin. Em ditirisn ku em jî pê bikevin. Li girtîgehê karantîna tuneye."   * Endamê OHD'ê Parêzer Îlyas Tarim, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê heya niha der barê 314 girtiyan de biryara girtinê hatiye dayîn û got, ji nûve girtina girtiyan cezakirin e.   * Nûnerên rêxistinên pîşeyî, diyar kirin ku heya niha 103 rojnamevan di girtîgehê de ne û gotin, îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne.     * Pêşketinên têkildarî vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên li Tirkiyeyê û cîhanê wê bên şopandin.    * DÎSK, li ber Miduriyeta Bajêr a Saziya Kar û Xebatê ya Stenbolê wê ji bo sererastkirina destûra bêmûçe li ser Facebook û Twîtterê daxuyaniya zindî bide çapameniyê. (12.00)