Li Pasûrê kesek hat girtin 2020-04-14 10:07:33   AMED – Ji 7 kesên ku piştî teqîna li Pasûsê hatibûn binçavkirin yek jê hat girtin, 5 kes hatin berdan û kesek jî li qereqolê tê girtin.   Di 8’ê nîsanê de li gundê Şawişa yê navçeya Pasûr a Amedê teqînek çêbûbû û 5 kesên ku çibûn birîna daran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî teqînê 7 kes hatibûn binçavkirin. Ji van her heft kesan yek jê hat girtin, 5 kes hatin berdan û kesek jî li qereqolê tê girtin.