Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da 2020-04-14 10:37:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê BTP'ê Haydar Baş, li nexweşxaneya ku ji ber Covîd-19 tedawî dibû jiyaa xwe ji dest da.   Serokê Giştî yê Partiya Tirkiyaya Serbixwe (BTP) Haydar Baş, li nexweşxaneya ku ji ber vîrûsa coronayê tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.   Taxa Saritaş a navçeya Akçaabat a Trabzonê ji ber vîrûsa coronayê hatibû karantînakirin. Mala Baş jî li heman taxê bû û hatibû diyarkirin ku Baş û ji malbata wî 8 kes bi şewba coronayê ketine.