33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê 2020-04-14 12:06:54 NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Dr. Mehmet Mûharrem Kasapoglû, diyar kir ku 12 hezar û 912 kesên ku ji derveyî welat hatine li wargeyên wezareta wan di bin qarantînayê de ne û 20 hezar û 427 kes jî ji wargehan veqetiyane. Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Dr. Mehmet Mûharrem Kasapoglû, daxuyaniyek da û têkildarî xebatên ku ji bo vîrûsa koronayê li wargehên girêdayî wezareta wî tên kirin, agahiyan parve kir. Mûharrem Kasapoglû, da zanîn ku welatiyên ku ji derveyî welat tên li 84 wargehên 57 bajaran tên bi cihkirin û 14 rojan di bin qarantînayê de dimînin.   Kasapoglû, diyar kir ku 12 hezar û 912 kesên ku ji derveyî welat hatine li wargeyên wezareta wan di bin qarantînayê de ne û 20 hezar û 427 kes jî ji wargehan veqetiyane. Kasapoglû, destnîşan kir ku wargehên girêdayî wezareta wî bi giştî malovaniyê ji 33 hezar û 339 kesên ku ji derveyî welat hatine re kirine.