Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir 2020-04-14 12:31:04   AMED – Şaredariya Çinarê ji bo parastina li dijî vîrûsa koronayê 10 hezar maske û antîsteptîgadestan belav kir.   Xebatên Şaredariya Çinarê yên li dijî vîrûsa koronayê berdewam dikin. Şaredarî li kolani kuçei parki kargeh û saziyên fermî xebatên dezenfektê didomîne. Şaredariyê di çarçoveya xebatên li dijî koronayê de hezar heb sabûnên destan-antîseptîga destan û deh hezar maske li xelkê belav kir. Şaredarî li kargehên wek firin, lokonta û marketan jî di çarçoveya rêgezên paqijiyê de kontrolan pêk tîne. Di çarçoveya van xebatan de standên atnîseptîga destan danîn. Hevşaredarê Çinarê Bedrî Kaya derbarê xebatên birêve dibin de agahî da û got ew xebatên xwe yên li dijî vîrûsa koronayê birêkûpêk birêve dibin.