Maske, lepik û dezenfektanê nadin girtiyan 2020-04-14 13:25:03   EDENE – Mehmet Bagriyanik ê li Girtîgeha Bandirmayê girî ye diyar kir ku tevî vîrûsa koronayê jî girtîgeh rêgezên paqijiyê piştguh dike û maske û lepikan nade girtiyan.   Mehmet Bagriyanik ê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Bandirmayê girtî ye bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane li kurê xwe Mahsûm Bagriyanik geriya û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Bağriyanik bi rêya kûrê xwe destnîşan kir ku li girtîgehê li dijî koronayê tu tevdîr nehatine girtin û got: “Li Girtîgehê rêgezên paqijî û tevdîran tên piştguhkirin. Lepik, maske û dezenfektanê nadin girtiyan. Tenduristiya me tune dihesibînin.”   ‘KA WEKHEVÎ Û EDALET’   Kurê Bağriyanik, Mahsûm Bagriyanik jî da zanîn ku 25 sal in bavê wî girtî ye û got: “Em dixwazin li girtîgehan tevdîrên pêwîst werin girtin. Em vê guhertina qanûna înfazê jî qebûl nakin. Di vê pêvajoya şewba giran de divê ewlehiya canê girtiyan li ber çavan were girtin. Bi vê guhertinê re hemû diz, tecawizkar, pêxwaz, qatil û yên din tên berdan, lê bes kesên ji bo gelan têkoşiyane nayên berdan. Edalet û wekhev li ku ma?”