DÎSK: Karker dê ferzkirina sefaletê efû nekin 2020-04-14 14:53:01     STENBOL - DÎSK'ê bertek nîşanî  hewldana hikûmetê ya pêşnûneya zagonên torbe ya ku destûrên bê heq bike zagon da û got: "Çîna karkeran dê vê helwesta hikûmetê ku di vê pêvajoya şewba vîrûsê de sefaletê li wan ferz dike efû neke."    Konfederasyona Sendikayên Karkeran a Şoreger (DÎSK), li dijî hewldana hikûmetê ya dixwaze bi pêşnûmeya zagonên torbe destûra bê heq bike zagon, bertekên xwe anî ziman. DÎSK'ê têkildarî hewldana hikûmetê li pêş Medûriyeta Bajar a ÎŞKUR'ê ya Tophaneyê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên DİSK'ê û rêveberên sendîkayên girêdayî DÎSK'ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberan bi sedema Covid-19 li gorî pîvanên mesafeya civakî tev geriyan û daxuyanî dan. Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu  daxuyanî da. Çerkezoglu, anî ziman ku îqtidar sermayeyê diparêze û wiha got: "Îqtîdar li dijî rastî û cîdîyeta pêvajoyê gavan davêje. Îqtîdar tenê sermayeyê diparêze. Ji ber vêyekê li dijî zanistiyê û aqil tevdigere. Di dawiya hefteyê de derketina kolanan qedexe dike û du hundirê hefteyê de kar ferz dike. Ev ne li gorî aqil û zanistê ye. Ev çawa cûdakariya çînî ye?"    ‘DÊ BÊTIR KARKER BIMIRIN'   Çerkezoglu, destnîşan kir ku ji bo çerxa fabrîqe û kar bigere li dijî aqil û zanistê biryaradan digirin. Çerkezoglu, pirsa "Ma dê hêj çend karker jiyana xwe ji dest bidin? pirsî û got: “Erka bingehîn a dewletê ewe ku can, mal û ewlehiya gel biparêze û mîsoger bike. Li şûna vê erka xwe ya li hemberî gel pêk bîne ji bo çerxa patrona bigere israr dike. Ji bo vê yekê jî destûra bê heq ferz dike. Destûra bê heq û sefaletê li karkeran ferz dike. Bêyî ku agahiyê bide sendikayan, karsaz dê yek alî karibin karê karkeran fesih bikin. Dê bi awayekî bê heq wan bişînin destûrê. Karker dê vê sefaleta li wan tê ferzkirin efû nekin."    Çerkezoglu, da zanîn ku destûra bê heq nayê qebûlkirin û qebûl nakin ku karkeran mahkûmî sefaletê bikin. Çerkezoglu, tedbîrên di jiyana kar de bêne stendin wiha rêz kir:     “* Divê bi lez ji derxistina kar bê qedexekirin. Divê xala destûra bê heq ji zagonê bê derxistin.    * Ji 15'ê Adara 2020'an û şûnde kesên karê xwe winda kirin, betal man û ji kar hatin dûrxistin, divê ji bo hemû karkeran heri kêm bi qasî asta heqê herî kêm (2.325 TL) û şertên jyanê heta 4.381 TL pere bên dayin.    * Divê ji xeykî karê mecbûrî û ferz hemû kargerî bêne rawestandin û karker derkevin destûra bi heq.    * Erka hikûmetê ye ku debara hemû welatiyen betal û ne betal bike. Divê hikûmet piştgiriya cemaweriyê bide welatiyan.    * Divê hikûmet û sermaye destê xwe têxe bin kevir û  çavkaniyên fonê ji bo zerara civakî rawestîne xerç bike.        .