Welatiyan bertek nîşanî afîşên qeyûm dan 2020-04-14 16:06:39   WAN – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di bin navê “devoka herêmî” de ji bo qedexeya derketina derve bi devokek xerabe bîllboardan amade kir. Xelkê li ser medya civakî bertek nîşan vê yekê da.   Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku hatibû kirin li dijî vîrûsa koronayê ji bo xelk dernekeve dere di bin navê “devoka herêmî” de bi devokek xerabe ku bi zehmetî jê tê fêmkirn, hin bîllboardan û li rawestgehên otobusan daliqand. Welatî ango bikarhênerên platformên medya civakî bertek nîşanî afîşên devoka wan xerabe ye dan. Şêniyên Wanê diyar kirin ku devoka di afîşan de hatiye bikaranîn ji rastiya zimanê xelkê herêmê dûr in û zimanê bajarê milyonek însan lê dijî kurmancî ye. Welatiyan got ev zimanê hatiye bikaranîn nayê fêmkirin û ev ziman ne devoka Wanê ye.