Parêzerên Ocalan ji bo 'redkirina daxwazan' îtiraz kirin 2020-04-14 20:07:15     STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Raziye Tûrgût diyar kir ku redkirina daxwazên wan ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û muvekîlên wan ên din re li dijî hiqûqê ye û nerazîbûn nîşanî biryara navbirî da.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku ji ber xetereya şewba coronayê (Covîd-19) gefê li hemû cîhanê û Tirkiyeyê dixwe, di 20’ê Adarê de ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê re çêbike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsa û Wezareta Dadê û Dadgeriyê ya Înfazê ya Bûrsa dabû. Lê belê daxwaza parêzeran a ji bo hînbûna rewşa tenduristiya muwekîlên xwe û tevbîrên rojane ên tên hirtin de hat redkirin. Dozgeriyê bi hinceta "Daxwazên mijara tevbîr û agahdarkirinê nakevin nava erk û peywirên Dadgeriya Înfazê" serlêdan û dawazên parêzarn redkirin.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût anî ziman ku muwekîlên wan li giraveke xwedî statuyeke taybet in û her wiha nerıhetıyön kronik ön gırtıyan wan hene. Parêzer Tûrgût diyar kir ku ji ber vê yekê û şewba Covîd-19 daxwaz kir ku hemû personel û girtiyên li Îmraliyê di warê tevbîr û paqijiyê de bên parastin û divê di warê tevdîrên tên girtin de bên agahdarkirin û ji bo vê jî xwest hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re bên pêkanîn.   Parêzer Tûrgût bibîr xist ku têkildarî serlêdana hatiye kirin Dadgeriya Înfazê di 26’ê Adarê biryarek girtiye, lê ev biryar 6’ê Nîsanê de teblîxî wan hatiye kirin. Tûrgût diyar kir ku di biryarê de daxwaza wan bi hinceta "nakeve çarçoveya erk û perpirsyartiyên Dadgeriya Înfazê" hatiye redkirin.   Tûrgût diyar kir ku îdîaya ku daxwaz nakevin çarçoveya erka Dadgeriya Înfazê li dijî hiqûq û qanûnê ye û got: “Erkên Dadgeriya Înfazê saziyên înfaz û ceza yên hikûmxwarî û girtiyan, erêkirina girtiyan, bicihkirin, germkirina wan, li xwekirina wan, pêşwazîkirina xwarin û vexwarina wan, paqijkirin, bi armanca parastina fîzîkî û ruhî mûayenekirin û dermankirina wê, dîsa pêkanîna têkiliyên wan ên bi derve re, dîsa têkildarî giliyên karkirina wan û xebatên wan lêkolîn kirin û biryargirtin e. Daxwazên me jî tan di vê çarçoveyê de ne.”   Parêzer. Tûrgût bibîr xist ku rênedana hevdîtina malbat û parêzeran a bi muwekîlên xwe re, sûdnegirtina ji name, telefon û dîsa agahî girtin û peywendiyan, bi temamî astengkirina têkiliyên bi derve re, di rewşeke wiha de ku ji muwekîlên xwe tu agahiyek negirtine dibe mijara gilîkirinê û ev yek dikeve çarçoveya erka Dadgeriya Înfazê.”   Tûrgût destnîşan kir ku redkirina daxwazan di encama neliber çavgirtina qanûnê ye û ji ber vê wê gilî bikin û got: “Di serlêdana 20’ê Adara 2020’an de me daxwaz kiribû ku mafê telefonê (ya bi malbat û parêzeran re) ya ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tê bikaranîn divê li Girava Îmralî ya ku heta niha nehatiye kirin, tavilê bê pêkanîn. Dadgeriya Înfazê li ser vê xisûsê 26’ê Adarê biryarek da û hincet jî weke sînordarkirina mafê telefonê ya ji bo 6 mehan a der barê muwekîlê wan de heye. Ev biryar 6’ê Nîsanê ji bo me hatiye ragihandin, me jî 13’ê Nîsana 2020’a îtiraz kir."    Parêzer Tûrgût da xuyakirin ku di biryara ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hate dayîn de derbarê muwekîlên wan de bi biryara Desteya Îdarî û Çavdêriyê biryara sînordarkirina peywendî û agahîgirtinê ya 6 mehan de hatiye birîn, agahî girtine û got: “Li dijî vê biryara sînordarkirinê ji derveyî Birêz Ocalan 3 muwekîlên me îtiraz kirine. Dîsa me zanî ku biryara der barê Omar Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim de zelal bûye, îtiraza Veysî Aktaş jî hê li Dadgeha Ceza ya Giran e. Nexasim dema 11’ê Adara 2020’an me li Dadgeriya Înfazê dema me xwest pirsa wan bikin, hate gotin ku nikarin bipirsin. Lê hate gotin ku biryareke disiplînê ya nû nîn e.   Herî dawî parêzer Tûrgût anî ziman ku daxwazên wan bi hincetên bêbingeh, dîsa li dijî qanûnê bi rêbazên cuda dixwazin asteng bikin û got: “Mekanîzmeya parastina muwekîlên wan hatiye astengkirin û mafê hiqûqî yê şêwirmendî û ji mafê parastinê yên muwekîlên wan hatine mehrûmkirin.”   Tûrgût diyar kir ku ji bo malbat û parêzer hevdîtinê bikin wêh her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bidin. Tûrgût anî ziman ku tevî serlêdanên wan heta niha bersivek baş negirtine, heman tişt ji bo serlêdanên wan ên li Wezareta Dadê jî bêbersiv mane.