Koca: Belavbûna coronayê tê kontrolkirin, hejmara miriyan bû 1403 2020-04-14 20:38:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, anî ziman ku heya niha hejmara kesên bi şewba coronayê ketine bûye 65 hezar û 111 û yên jiyana xwe ji dest dane jî bûye hezar û 403.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê daxuyanî da û daneyên dawî yên Covîd-19'yê parve kirin.    Koca, diyar kir ku lez û beza belavbûna şewbê hatiye kontrolkirin û got, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê di 4 hezar û 62 kesan de şewba coronayê hatiye tespîtkirin û 107 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.    Her wiha Koca daxuyand ku heya niha 65 hezar û 111 kes bi şewba vîrûsa coronayê ketine û got, di 24 saetên dawî de 107 kesên din jî jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên heya niha mirine bûye hezar û 403.