Xizmên girtiyan: Dewlet xwe li ker û lalîtiyê daniye 2020-04-15 09:08:52 AMED - Xizmên girtiyan bertek nîşanî qanûna înfazê dan, ji ber ku girtiyên siyasî daxilî nav wê nehatine kirin û gotin, di meseleya girtiyên siyasî de dewlet xwe li ker û lalîtiyê datîne.  Qanûna Înfazê ku ji 70 xalan pêk tê, di meclîsê re derbas bû. Lê belê girtiyên siyasî daxilî nav qanûna navbirî nehatin kirin. Xizmên girtiyan Halîme Topûz û Sebrîze Yilmaz bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, di meseleya girtiyên siyasî de dewlet xwe li ker û lalîtiyê datîne.    WÊ TEVDÎREK ÇAWA BIGIRIN?    Halîme Topûz ku kurê wê Hasan Topûz di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ye, diyar kir ku kurê wê 10 salan li Îranê di girtîgehê de maye û li Tirkiyeyê jî 45 sal ceza lê hatiye birîn û got, ji roja vîrûsa coronayê derketiye holê tu tevdîr nehatine girtin. Topûz, destnîşan kir ku girtî li gor deretên xwe tevdîran digirin, lê belê yên tevdîrên digirin têr nakin. Topûz, bilêv kir ku di meseleya girtiyên siyasî de dewlet xwe li ker û lalîtiyê datîne û got, loma girtiyên siyasî daxilî nav qanûna înfazê nekiriye. Topûz, anî ziman ku ji niha ve vîrûs li girtîgehan belav bûye û got: "Vîrûs li girtîgehan belav bûye. Ji ber vîrûsê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Girtî zarokên me bernadin, gelo wê tevdîrek çawa bigirin? Qanûn ji bo diz, tacizkar û tecawizkaran çêkirin. Çima zarokên me derî wê hatin hiştin? Em dê û bav xew bi çavê me nakeve."    ‘GUHÊ XWE NEGIRIN'    Sebrîza Yilmaz jî kurê wê Ramazan Yilmaz ji 15 saliya xwe ve girtiye û 60 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye. 7 sal in Ramazan Yilmaz di girtîgehê de ye û heya niha 3 caran anjiyo bûye û astim pê re heye. Dayik Sebrîze Yilmaz ku got "Zarokekî 15 salî wê karibe çi sûcî bike", diyar kir ku hikûmetê fermana mirina girtiyan nivîsandiye. Yilmaz, anî ziman ku ji ber vîrûsa coronayê tedawiya kurê wê jî hatiye sekinandin û got: Diz, kujer, tecawizkar tên berdan, lê wan bi şewbê re rû bi rû hiştine. ev yek ji bo girtiyên nexweş girantir e. Ji ber şewba coronayê kurê min nikare biçe nexweşxaneyê. Em bang li Wezîrê Dadê û serkomar dikin. Di 15 saliya wî de 60 sal cez alê birîn. Ma kurê min çi kiriye. Sirf ji ber ku gotine ew kurd in ev zilm li wan tê kirin. Em ji bo her kesî dawa wekheviyê dikin. Divê girtî hemû bên berdan. Ji sibê heya êvarî di bîra me de ne. Êdî dengê me bibihîsin. Guhê xwe negirin, zarokên we jî hene."