‘Li girtîgehan îzolasyona civakî ne pêkan e' 2020-04-15 10:16:12   ENQERE - Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, diyar kir ku li girtîgehan hêjmara girtiyan zêde ye û îzolasyona civakî ne pêkan e. Çevîrmen, da zanîn ku pirsgirêka paqijiyê didome û wiha got: "Têkildarî mijarê me xwest bi Wezaretê Dadê re hevdîtin bikin. Lê bersîv nedaye me."    Li girtîgehan girtî ji ber şewba vîrûsa corona (Covît-19) di bin rîskek mezin de dijîn. Têkildarî pirsgirêkên li girîgehan Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nuray Çevirmen, bal kişand ser şertên  girtiyan û talûkeyên li pêş girtiyan û wiha got: "Li gelek girtîgehan bi qasî tê xwestin paqijî nayê kirin. Ava germ bi sînor didin girtiyan. Malatên girtiyan bi fikar in. Her çend îqtîdar bêje 'Rîska şewb bigêje girtîgehan tune' jî malbat bi fikar in. Têkildarî mijarê me xwest bi Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hevdîtin bikin. Lê heta niha bersîv nedaye vê daxwaza me.    Çevirmen, da zanîn ku li gorî xizmên girtiyên li Girtîgeha Kirikkale agahî parve kirine, diyar dikin ku gardiyan dîsa lêgerîna rûtîn dikin tenê 2 qalib sabûn û du 2 îskan ava cilşoyan didin wan. Girtî bi rêya malbatan diyar dikin ku bi qasî tê xwestin tedbîran nagirin. Çevîrmen anî ziman ku ev rewş bi taybetî ji bo girtiyên nexweş bi rîsk e Ji ber şertên girtîgehan li girtîgehan izolasyona civakî ne pêkan e. Li her qawîşekê 25-30 girti dibînin. Di nava hevde dijîn. Paqijî têr nake. Nikarin pêdiviyên xwe yên serşok û tuwaletê pêk bînin. Hewşa hewayê biçûk e û nikarin têr nefesê bistînin. Ev ji bo girtîgehan rîskekî mezin ava dike. Dê bibe sedem ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin. Dîsa girtiyên nexweş dema diçin nexweşxaneyê û tên di bin rîskek mezin de dijîn û ji bo wan gelek pirsgirêk e. Dema girtiyên nexweş ji nexweşxaneyê vedigerin jî 14 rojan bi serê xwe di yek hucreyê de têne girtin. Lê girtî bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Ev bi serê xwe pirsgirêk e.    Çevirmen, destnîşan kir ku li gorî daneyên wan 590 jê giran bi giştî Hezar û 564 girtiyên nexweş hene û ev girtî di bin rîskek mezin de dijîn. Çevîrmen, bibîr xist ku rayedar diyar dikin ku dê girtiyên 65 salî berdin, lê girtiyên siyasî li dervê vê yekê tên hiştin û xwest bi lez ji bo girtiyên nexweş xebatek bê destpêkirin.    Çevirmen, bang li Venêrtina Cemaweriyê Saziya Wekheviyê ya Tirkiyeyê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir û xwest ji bo girtiyên siyasî û nexweş gavan bavêjin.    MA / Berîvan Altan