Wezareta Dadê: Tê payîn 45 hezar werin berdan 2020-04-15 11:05:31   ENQERE – Wezareta Dadê têkildarî guhertina yasaya înfazê daxuyanî da û diyar kir ku wê di çarçoveya guhertinê de ew li bendê ne 45 hezar girtî werin berdan.   Guhertina yasaya înfazê ya ku muxalefet wek “efûya taybet” pênase kir du roj berê li Meclîsê bi dengên AKP û MHP’ê hat pejirandin. Girtiyên siyasî yên kurd daxilî vê guhertinê nehatin kirin. Ev guhertin di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyete. Bi guhertina yasayê re vê sibehê ji girtîgehan tahliyeyan dest pê kir.   Wezareta Dadê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: “Li gorî texmînan tê payîn li saziyên cezayê înfazê yên girtî (girtîgehan) 15 hezar kes û li saziyên cezayê înfazê yên vekirî 30 hezar kes bi giştî 45 hezar kes werin berdan.”