Fadil Şenyaşar ê 22 meh şûnve derket pêşberî dadger nehat berdan 2020-04-15 12:10:03   MELETÎ – Danişîna ewil a doza Fadil Şenyaşar ê bavê wî û du birayên wî ji aliyê AKP’iyan ve li Pirsûsê hatin kuştin piştî 22 mehan hat lidarxistin. Şenyaşar nehat berdan.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de alîgir û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferden malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê AKP’iyan de Haci Esvet Şenyaşar û zarokên xwe Celal ûAdil Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin û girtî tê darizandin. Danişîna ewil a dozê ji ber vîrûsa koronayê û bi armanca tevdîrê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat lidarixstin.     Fadil Şenyşar û Enver Yildiz ê xizmê AKP’î Yildiz ku girtî tên darizandin bi rêya dîmen û deng ji Girtîgehên Riha û Xarpêtê beşdarî danişînê bûn. Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz xwe parastin û xwestin werin berdan.   Pişt re parêzerên Fadil Şenyaşar jî bi rêya SEGBÎS’ê parastina miwekîlên xwe kirin û diyar kirin k udi îdianameyê de rehendên êrişa li nexweşxaneyên nîn in û bûyera li ber nexweşxaneyê ji bûyera li dikanê ne cudatir e. Parêzeran destnîşan kir ku divê îdianame ji dozgeriyê ve paşve were şandin û girtina miwekîlên wan veguheriye cezakirinê û xwestin miwekîlên wan demildest were berdanê.   Dadgehê tu daxwazan qebûl nekir û danişînê taloqî 5’ê tîrmehê kir.