Welatiyê wezaretê jê re got ‘terorîst’ sivîl derket 2020-04-15 14:44:06   AMED – Wezareta Karên Hundir gotibû di operasyona Licê de F.O. hatiye bêbandorkirin. Derket holê ev kes Ferhat Onkol e. Hat ragihandin ku Onkol xizmê Ceylan Onkol e, li gund sewalkariyê dike û di binçavan de ye.   Duh li herêma Licê ya Amedê esker derketibûn operasyonê û li herêmek berfireh operasyona hatiye destpêkirin didome. Hat zanîn ku yekîneyên tîmên taybet û komandoyên taybet beşdarî operasyonê bûne û herêm hem ji asîman ve hem jî ji bejahiyê ve tê bombebarankirin.   SÊ KES JI HEMAN MALBATÊ NE   Di operasyonê de tîmên taybet û eskeran bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina gundê Xirabê ya Licê de Ferhat Onkol (27) û Tuba, Dîlan û Bager Oyûnlû yên ji heman malbatê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku binçavkirî li Fermandariya Cendirmeyan a Licê tên ragirtin.   WEZARETÊ GUNDIYAN KIR ‘TERORÎST’   Wezareta Karên Hundir têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Di operasyonê de du terorîst hatine bêbandorkirin.”   Wezaretê gotiye “F.O. di sala 2009’an de beşdarî rêxistinê bûye. H.K. j3i di sala 2015’an de beşdarî rêxistinê bûye.” Derket holê ku daxuyaniya Wezaretê rast nîne û ev kesê wek F.O. eşkere kiriye xizmê Ceylan Onkol a di sala 2009’an de ji aliyê eskeran ve hat kuştin e û navê wî Ferhat Onkol e. Her wiha gundiyan got Ferhat Onkol li gund sewalkariyê dike û sivîl e.