Li Tirkiyeyê 115 kesên din jî ji ber coronayê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-15 20:37:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 115 kesên din jî ji ber Covîd-19'yê mirin û heya niha hejmara kesên mirine bû hezar û 118.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê daneyên dawî yên der barê şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de parve kirin. Koca, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmara testên hatine kirin bi giştî bûye 477 hezar û 716, hejmara kesên vîrûs di wan de hatiye tespîtkirin bûye 69 hezar û 392 û di 24 saetên dawî de jî 115 kes jiyana xwe ji dest dane û heya niha hejmara kesên ji ber coronayê mirine bûye hezar û 518.    Her wiha Koca, daxuyand ku heya niha 5 hezar û 674 kes jî baş bûne.