‘Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?’ 2020-04-16 09:17:02 OSMANIYE – Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê rewşa wî giran e bi mirinê rû bi rû maye. Keça wî DÎlan Kaya diyar kir ku bersiv nedane daxwaza wan înfaza wî taloq bikin û got: “Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?”  Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê rewşa wî giran e li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Osmaniye tê ragirtin. Di 11’ê nîsanê de rewşa Kaya giran bû û cara sêyemîn wî rakirin nexweşxaneyê û hildan beşa lezgîn. Dermankirina Kaya li Nexweşaneya Osmaniyeyê 6 roj in didome. Kaya di 25’ê adarê de krîza dil derbas kiribû û xwîn çûbû ser mêjiyê wî û felc bûbû û nikare biaxive. Malbata Kaya ji bo taloqkirina cezayê wî serî li Dadgeha Osmaniyê da lê heta niha bersiv nedane daxwaza malbatê. Keça Kaya Dîlan Kaya xwest bavê wê û girtiyên nexweş hemû dmeildest werin berdan û li nexweşxaneyên baş werin dermankirin.    ‘PIŞTÎ KU BIMIRE WÊ WÎ BERDIN GLEO?’    Dîlan Kaya destnîşan kir ku şert û mercên hefsê ji bo bavê wê ne guncav in û wiha got: “Hefs dibe sedemê rewşa wî nebaş bibe. Li hefsê her ku diçe rewşa wî giran dibe û dibe sedemê ku bi  mirinê re rû bi rû bimîne. Bavê min felc bûye. Nikare biaxive. Nikare xwe bîne ziman. Bijîşk dibêje rîska bavê min dîsa krîza dil derbas bike heye. Niha di beşa lezgîn de tê ragirtin. Niha ji ber rewşa koronaya vîrûsa koronayê divê niha em di nexweşxaneyê de ranezînin. Dibe ku bi koronayê bikeve jî. Lê ji ber rewşa wî giran e em neçarin li nexweşxaneyê razînin. Me ji bo taloqkirina cezayê bavê min serî li dadgehê da, lê bersiv nedan daxwaza me. Lê ez dipirsim; piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo? Divê hemû girtî werin berdan. Korona girtiyan ji hev cuda nake. Ev guhertina yasaya înfazê jî ne karê aqilan e. Bi vê guhertinê girtiyan terkî mirinê dikin.”    MA / Hamdullah Kesen