Li girtîgehan ji bo rojnamevanan cih tê çêkirin! 2020-04-16 09:17:06 STENBOL - Rojnamevanan diyar kir ku îqtidarê bi qanûna înfazê ya nû re careke din dijminatiya xwe ya li dijî civakê nîşan daye û got, valakirina girtîgehan tê wateya cihçêkirinê ji bo muxalif û rojnamevanan.  Qanûna înfazê ya nû hat qeûlkirin. Lê belê ji xeynî girtiyên siyasî, akademîsyen, xwendekar û rojnamevanan hema bêje hemû kesên girtî û hikumxwar daxilî nav vê qanûnê hatin kirin. Ji ber vê bertek û nerazîbûnên li dijî vê qanûna nû didomin.    QANÛNA ŞERMÊ    Rojnamevan Celal Başlangiç, anî ziman ku îqtidara AKP'ê bi vê qanûnê re careke din nîşan da ku dostê "rêxistinên sûcî yên organîzeyî" ye û "dijminê" kesên bi awayekî azad dikr û ramanên xwe tînin ziman. Başlangiç, diyar kir ku ji roja roj de MHP ev tişt dixwest û got: "Ji zûde ye di navbera AKP û MHP'ê de hevsengiyek heye. Ev qanûn wekî qanûna şermê li dîroka Komara Tirkiyeyê hat nivîsandin."    JI BO MUXALIFAN CIH TÊ ÇÊKIRIN!    Başlangiç, destnîşan kir ku îqtidar ji bo hîmê xwe têkûztir bike wê vê sererastkirinê wekî temel bi kar bîne û got: "Tê dîtin ku îqtidara AKP'ê ji bo ji muxalifan re cih çêbike girtîgehan vala dike. Dibe ku helwesta xwe hişktir bike, pêkanînên cuda têxe dewrê û pêleke girtinê ya nû bide destpêkirin. Helbet wê dîsa çi bibe wê bi kurdan, rojnamevanan û hêzên demokratîk bibe. Ev jî nîşan dide ku rejîmeke yekzilamî ya hîn ceberûtir li benda Tirkiyeyê ye. Li cîhanê nîşaneyên vê yekê hene. B taybetî jî nîşaneyên der barê çapemeniyê de."    Edîtorê sendika.org'ê Alî Ergîn Demîrhan jî anî ziman ku îqtidar qanûneke li gor xwezaya xwe çêkiriye û got, bi vê qanûnê re ên nêzî xwe efû kiriye û yên dûrî xwe jî ceza kiriye.    Demîrhan, anî ziman ku wê bi vê qanûnê re wê Alattîn Çakici û hin serekên çeteyan ku hesasiyeta MHP'ê ne bên berdan, lê belê wê di rewşa xetere de rojnamevan girtîbin. Demîrhan, got: "Bi tabetî jî îqtidar dixwaze hin mirov di girtîgehan de bin. Ev jî rojnamevan, rewşenbîr û kesên siyasî yên vîna bi milyonana e. Îqtidara faşîst divêtiyên karektera xwe pêk tîne."    SINYALA OPERASYONÊ YA LI SER ÇAPEMENIYÊ    Demîrhan, destnîşan kir ku nerazîbûnên ji bo krîza aborî û civakiyî zêdetir dibin û got, îqtidar jî ji bo ev yek bêtir kifş nebe êrîşî rojnamevana dike. Demîrhan, anî ziman ku îqtidar dixwaze mirovan bitrsîne ku nikaribin îtiraz bikin û tiştan bidin ber lêpirsînç. Demîrhan, got: "Ev îqtidar hebûna xwe li ser girtina ser heqîqetê, astengkirina muxalefetê û tepisandina îtirazên demokratîk ên gel ava kiriye. Gotinên Erdogan ku gotibûn ew ê ji vîrûsa siyaset û çapemeniyê jî xelas bibin, nîşan dide ku wê ev êrîş cardin têkeve dewrê."    Nûçegihana ETHA'yê Îsmînaz Temel jî destnîşan kir ku îqtidar bi vê qanûna înfazê re careke din dijminatiya xwe li dijî civak û rojnamevanan nîşan daye.    Temel, anî ziman ku di şev nîvê şevê de ji bo rojnamevan neyên berdan xaleke taybet li qanûnê hatiye zêdekirin û ev jî nîşaneya dijminatiya li dijî rastî û rojnamevaniyê ye. Temel, bilêv kir ku Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de welatê herî paşdemayî ye û got: "Kengî mesele bê ser vê mijarê îqtidar dibêje 'Tu meseleyek me bi çapemeniyê re tuneye. Li Tirkiyeyê çapemenî azad e.' Lê di asasê xwe de berevajî ye. Nêzîkatiya îqtidarê ya ji bo çapemenî û azadiya çapemeniyê, nîşan dide ku polîtîkaya wê ya dijminatiyê timd i dewrê de ye."    Temel, diyar kir ku bê vê qanûnê re ne tenê rojnamevan, civak û rastî jî hedef hatine girtin û got: "Ev pîşe bi xwe û rojnamevan hemû hedef tên girtin."