Koçakê di rojiya mirinê de êdî nikare bimeşe 2020-04-16 09:24:46 ÎZMÎR - Hasan Koçak ku kurê wî Mûstafa Koçak ji bo darizandineke adil 289 roj in di rojiya mirinê de ye, got: "Di telefona dawî de got, êdî nikare bimeşe."    Mûstafa Koçakê ku ji ber kuştina Dozgerê Komarê Mehmet Selîm Kîraz hatibû girtin û cezayê muabeta giran lê hatib birîn. Lê belê piştî cezayê hat birîn Koçak bi daxwaza ku li dadgehên adil û serbixwe bê darizandin û îşkencekar bên darizandin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Koçak, di roja 93'yan a çalakiya xwe de çalakiya xwe veguherandibû rojiya mirinê û di roja 255'an a çalakiyê de bi zorê mudaxileyî wî kiribûn. Paşê Koçak di 12'ê Adarê de biribûn Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklarê û niha li vira çalakiya xwe didomîne.    Xwişka wî Mîne Koçak, Mahîr Kiliç û Sînan Yanbal ji bo hefteyekê dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbata ku du her du zarokên wê girtîne, careke din daxwazên xwe yên ji bo edaletê anîn ziman.    NIKARE BIMEŞE    Bav Hasan Koçak anî ziman ku ji bo hevdîtinê bi kurê xwe re çêbikin 32 roj in li ber Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kriklarê disekinin û got, yekşema borî bi telefonê bi kurê xwe re axifiye. Koçak, diyar kir ku kurê wî jê re gotiye êdî nikare bimeşe û got: "Kurê min got, êdî meş ji bîr kiriye, lingên wî werimîne û berê nimra şimika wî 40 bûye, lê belê niha şimikek nimra 46 e dixe nigê xwe. Got, diranên wî dileqin û her diçe êşa wî dijwartir dibe. Em malbat bifikar in. Çimkî nahêlin hevdîtinê bi parêzerê xwe re çêbike, ne bi telefonê ne jî bi girtina girtî. Rayedarên girtîgehê dixwazin wî bibin nexweşxaneyê, lê Mûstafa jî dibêje heya parêzerê wî neyê cem wî naçe nexweşxaneyê û red dike."    EDALETEKE BÊALΠ   Koçak, destnîşan kir ku wan li dijî vê yekê îtiraz kiriye lê belê rêveberiya girtîgehê û dozger xw enadin ber berpirsiyariyê. Koçak, anî ziman ku kurê wî dixwaze bijî û ji bo vê têdikoşe û got: "Xwedî li Mûstafa derkevin. Bi gotineke îtirafkarekî Mûstafa ber bi mirinê ve tê şandin. Em jî li ber girtîgehê disekinin ku bira hîs bike em li cem wî ne. Em ji kesî sedeqê naxwazin. Em dibêjin heger edalet hebe, em edaleteke bêalî dixwazin. Heger zarokên Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Navxweyî bûnan wê di şevekê de qanûn çêbikirana. Tenê daxwazeke kurê min heye, dixwaze ji nû ve bê darizandin."   Dayik Zeynep Koçak jî anî ziman ku pir li ber mirina Endama Koma Yorûmê Hêlîn Bolekê ketiye û got: "Sedema vê yekê bêxwedîtî ye. Çimkî kes ne xwedî li Mûstafa ne jî li Hêlîn û Îbrahîm derdikeve. Dest û piyên me girêdane. 5 roj berê midûr û bijîşkên Girtîgeha Şakranê kurê min îşkence kirin. Gava kurê in ev êş kişand û kir qîrîn û giriya çawa dilê wan qiyar da ku biçin cem zarokên xwe. Min êşa kurê xwe ji bîr nekiriye. Kurê min ne birçiyê tiştekî ye, tenê birçiyê edaletê ye."    MA / Esra Solîn Dal